Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me 2018-12-03 16:51:20   AMED – Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo girtiyên TKP/ML ên piştgiriyê dan çalakiya wê name şand û got: “Ez jî dilopek behrê me. Tiştên we di nameya xwe de diyar kir îşareta mezinbûna vê dilopê ye.”    Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8’ê mijdarê ve ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Girtiyên Lenînîst-Marksîst ên Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP/ML) jî bi boneya piştgiriya çalakiya Guven dest bi greva birçîbûnê kirin. Guven bi rêya parêzerên xwe name ji bo girtiyên TKP/ML şand.   Nameya Guven wiha ye:    "Ev nameya vekirî ya ji bo girtiyên TKP/ML ye   Ji bo welatek demorkatîk bê afirandin bi salane bênavber şoreşger, demokrat, sosyalîst, welatpêrêz ên têdikoşin û li ber xwe didin bi vê riyê de bi biryardarî meşa me didome. Bêguman ev yek qet ne hêsan e. Em ji şoreşgerên pêşiya xwe dizanin. Tevî hemû ferzkirina faşîzmê jî dema hevrê Denîz birin darvekirinê digot ‘bijî biratiya Tirk û Kurdan.’ Hevrê Îbrahîm li dijî her cûre îşkenceyê li ber xwe da, serê xwe da lê sir neda. Sakîneyan, Kemalan û Mezlûman bi lehengî li ber xwe dan û ji bo em layîqî wan bibin tişta dikeve ser milê helwest e.    Di qonaxa em gihîştinê de dema dîktatoriya yek zilamî ye. Li dijî vê divê hin bêtir em bi rêxistin û kolektîf bin. Lazim e em berxwedana hevgirtinê derxin holê. Ev yek ji Şoreşa Rojava pêkan e û me li wir dît. Hemû dînamîkên şoreşger bi ruhek enternasyonalîst xweprastina xwe li pêş xistin û di gel de cihê xwe girtin. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî vî ruhê hevpar têk çû.    BERPIRSÊ ALOZIYÊ EMPERYALÎST IN    Pir aşkere ye ku sedemê alozî û krîza li Rojhilata Navîn hêzên emperyalîst in. Birêz Ocalan li ser esasê hevpariya jiyana gelan çareseriyê ya Rojhilata Navîn datîne holê. Birêz Ocalan derxist holê ku medela herî guncav a ji bo Rohilata Navîn konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk e. AKP ji vê ramanê aciz e. Ji ber vê yekê jî tecîdkirina Ocalan kûr dike. Dixwaze ku dengê vê ramanê di nav çar dîwaran de bimîne.    PARADÎGMAYA AZADÎXWAZ BÛ CIVAKΠ   Halbukî Birêz Ocalan bi paradîdmaya xwe ya azadîxwaz zû ve dîwarên Zîndana Îmraliyê hilweşand û civakî bû.    Helbet em dizanin di serî de CPT û hemû sazî û dezgehên dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye jî çima helwesta xwe nîşan dan. Ancak ev mijar mijarek wisa girîng e divê ku nebe qurbana berjwendî û çavsoriya desthilatdariyê. Mijarek jiyanî, ehlaqî û mirovî ye.     ÇALAKIYA WE WATEDAR E   Hevrêyên hêja; ez vê tecrîdê wek sûcê mirovahiyê dibînim û ji bo ez bêdengiya li dijî tecrîdê bişkênim min dest bi çalakiyê kir. Ez di wê ferqê de me ku dilopek a behrê me. Ancak tiştên we di daxuyaniya xwe de diyar kir jî îşareta mezinbûna vê dilopê ye. Ji ber vê sedemê çalakiya we ya greva birçîbûnê ya 3 rojan gelek watedar e.    Ez bi bawer û hêvî me dê ev çalakî bigîhîje armanca xwe û ez silavên xwe ji hemû hevrêyên li qada we ne re rêdikim.    Bi hêviya rojên azad…    Silav û rêz   Leyla Guven”