Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’ 2018-12-03 16:21:18   ŞIRNEX – Hat zanîn ku li hin deverên Çiyayê Cûdî tîmên bi navê “Hançer” û “Bayrak” ku ji cerdevan û eskeran pêk tên kemînan danîne.     Hat zanîn ku Çiyayê Cûdî ya li hember gundê Avgamasiya ya Şirnexê tîmên bi navê “Hançer” û “Bayrak” ku ji cerdevan û eskeran pêk tên kemînan danîne. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ev tîm bi taybetî li qadên Girê Mîra û Kaniya Mîra hatine bicihkirin. Di rojên derbasbûyî de di saetên şevê de di navbera cerdevan û eskeran de epvçûn derketiye û hat îdiakirin ku 4 cerdevan birîndar bûne.