Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome 2018-12-03 15:54:11   AMED – Qedexeya derketina kolanan û operasyona eskerî ya li 37 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê dewam dike.    Walîtiya Amedê duh li 37 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû. Li herêma hatiye qedexekirin operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Hat ragihandin li herêmê operasyona eskerî didome. Li herêmê nokteyên lêgerînê hatine avakirin û tevgera hewayî jî pêk tê.    Nehat zanîn ku ka li herêmê di operasyona eskerî de pevçûnek pêk hatiye an na.