Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin 2018-12-03 15:35:56   AMED -  Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê bal kişandin ser Roja Astengdaran a Navnetewî û gotin astengdar ji mafê xwe sûdê wernagirin û tên astengkirin.    Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê bi boneya 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Navnetewî daxuyaniyên çapemeniyê li dar xistin.    Komîsyona Mafên Astengan a Baroya Amedê bi wesîla rojê li ber Dadgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û endamên Baroyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Endama Komîsyonê Aylîn Balkaya daxuyanî da û bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 1992’an de vê rojê wek roja navnetewî îlan kiriye û yek ji van welatan jî ya ku peymanê îmze kiriye Tirkiye ye û Tirkiye pêwîstiyên peymanê baş nayne cih. Aylîn destnîşan kir ku bi milyonan astengdarên li Tirkiyeyê dijîn ji mafên xwe yên makeqanûnê û peymana navnetewî sûd wernagirin û got: “Astengdar di serî de di warê perwerde, gihandin û tenduristiyê û li gelek qadan zehmetiyan dikişînin. Astengdar ji her tiştî bêpar dimînin. Gotin di cih de be astengdar ji mafên xwe jî tên asetengkirin.”    Piştî daxuyaniyê parêzeran belavokên mafê astengdaran vedibêje û ji bo xizmeta hiqûqî bidin li kolanan belavok belav kirin.    RÊXISTINÊN TENDURISTIYÊ DAXUYANÎ DAN    Odeya Tabîban a Amedê, Odeya Hekîmên Diranan a Amedê, Înîsiyatîfa Derûnasên Mezopotamya, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî jî bi boneya rojê civîn çapemeniyê li dar xistin. Civîn li avahiya SES’ê pêk hat û Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî daxuyanî da. Adibellî da zanîn ku zagonên ji bo astengdaran hatine derxistin pêk nayê û xwest cudakariya li dijî astengdaran pêşî lê bê girtin.