Barzanî: Di 1'ê mijdarê de dest ji peywîrê berdidim 2017-10-29 17:46:29   HEWLÊR - Naveroka peyama Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya îro di destpêka runiştina parlamentoyê de hate xwendin aşkere bû û Barzanî got ku dê di 1'ê mijdarê de dest ji peywîra xwe berde.     Şevê din Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji bo parlamentoya Herêma Kurdistanê şand. Ajansa ROJnews'ê xwe gihande vê nameyê û naveroka nameyê aşkere bû.    Barzanî di nameya xwe de wiha got: “Di 12’ê tebaxa 2017’ê de li gor fermana herêmê ya hejmare 128, me daxwaz kir ku hilbijartina parlamentoyê û serokatiya herêmê di 1’ê mijdara 2017’ê de pêk were. Lê ji ber sedema siyasî, ewlehî, teknîkî û nebûna namzet, komisyona hilbijartinê û lêkolînê amadekariyên ji bo herdû hilbijartinan nekir. Di 24’ê cotmeha 2017’ê de li parlamentoya Herêma Kurdistanê, dema parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo demên danan yasayê hate dirêjkirin.”   Li ser postê Serokatiya Herêma Kurdistanê jî Mesûd Barzanî wiha got; “Piştî 1’ê mijdara 2017’an ez ê xwe ji postê Serokatiya Herêma Kurdistanê vekişînim. Nabe dema serokatiya herêmê jî bê dirêjkirin.”   Barzanî di beşa dawî ya nameya xwe de jî ev tişt got: “Divê em demek herî zû kom bibin. Ji bo valatiya siyasî di erk û postê serokatiya herêmê de çênebe. Vê mijarê çareser bikin.”