Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin 2018-12-03 12:02:21 ENQERE - Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker  serî li Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CİMER) da û xwest li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê hêjmara karkerên jiyana xwe ji dest dane fêr bibe. CÎMER'ê agahiyên fermî dan û diyar kir ku heta niha heri kêm 52 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, bi armanca li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê çend karkeran jiyana xwe ji dest dane fêr bibeserî li Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CİMER) da. Dr. Ali Şeker, piştî ji CÎMER'ê agahî xwest, CÎMER'ê agahî da. Navenda Ewlehiya Civakî ya Arnavutkoyê der barê  karkerên di navbera salên 2013 – 2018'an de jiyana xwe ji dest dan agahî dan. Navenda Ewlehiya Civakî diyar kir ku ji 2013'an heta 2018'an li Balafirgeha Stenbolê ya 3'eamîn bi giştî 52 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Şeker, jî bersîv nirxand û wiha got: "Piştî Balafirgeha 3'emîn dest pê kir û şûnde xweza, bajar û mirovên me tê qetilkirin. Îktîdarê gelê me û karkerên me teslîmî pençeyên ruhê neo-liberalizmê kiriye. Qedeeya weşanê mafdariya daxwazên karkeran nîşan dide. Dîsa dayenên CİMER'ê jî daxwazên karkeran mafdar derdixe. Li gorî daneyên wan heta niha 52 karker li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê jiyana xwe ji dest dane. Bi sedan karker birîndar bûn û seqet man."