Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir 2018-12-03 10:13:46 QAMIŞLO - Rûniştina roja duyemîn a  Foruma Navneteweyî ya "Guhertina Demografî û Qirkirina Nijadî ya li Efrînê" destpê kir. Di rojeva forumê ya îro de, dê nîqaş li ser rewşa ewlekarî û leşkerî bên kirin.  Rûniştina roja duyemûn a Foruma Navneteweyî ya "Guhertina Demografî û Qirkirina Nijadî ya li Efrînê" ya ji aliyê Mavenda Lêkolîna Stratejik a Rojava ve hat organîze kirin û duh li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Kantûna Qamişlo pêk hat, dest pê kir. Forum ku dê 3 rojan berdewam bike, ji qada navneteweyî, gelek siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl beşdarî bûn.  Di rojeva forumê ya îro de, dê mijarên leşkerî û ewlekariyê bên nîqaş kirin û semîner bên dayîn. Mijara leşkerî ya rûniştina îro dê ji aliyê Dr. Ehmed El-Durzî ve bê birêvebirin.    Ji bo mijara leşkerî Berdevka Yekineya Partina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah, Şêwirmendê Leşkerî û Nivîskarê Fransî Patrice Frankichi, Berdevkê Yekîneyên Parastina (YPG) Nûrî Mehmûd, hîndekar û bijîşkên ji Fakulteya Tenduristî ya Zanîngeha Colombîa ya  Birêtaniya beşdarî forumên bûn dê semîneran bidin.