ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-03 09:00:43 * Polîs li Edeneyê li di çarçoveya polîtîkaya sîxûrkirinê de niha jî li malbatên hevalên ciwanan digerin û wan tehdît dikin.  * Êdî bikarhênerên sepana platforma WhatsAppê dikarin bi kurdî bikar bînin. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsAppê wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî daxînin û bikar bînin.      * Şêniyên gundên navçeya Elbaka Wanê diyar kirin ku ew sûdê ji sînorê li ber xwe nabînin û gotin: “Beriya 10-15 salan ji ber bazirganiya sînor rewşa me baş bû. Piştî deriyên sînor hatin girtin, koçberiyê dest pê kir.”    * Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan got: “Pergala hevserokatiyê li dijî newekheviya zeyndî cudahiyek e û modela jiyana hevpar e. Ev model ji bo hemû netewan û çandan derbas dibe.”    * Şêniyên Amedê namzetiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê AKP’yî nirxandin û ev pêşniyarî ji bo wî kirin: “AKP û qeyûm bila xwe naxapînin. Ew jî dizanin dê neyên bijartin.”    * Der barê mala malbata Okay de ya li taxa Dabanoglu ya nevçeya Sûrê biryara hilweşandinê hat sitendin. Ji bo rê 33 metrekare hat hilweşandin û destûrê nadin malbat xaniyê xwe tamîr bike. Malbatê bertek nîşanî rewşê da û bi biryarin ku dest ji mala xwe bernedin.    * Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê bi boneya piştevaniya çalakiya Parlamentera HDP’ê Leyle Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike. (10.30)    * Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka xwe Leyla Guven dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)   * Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya û Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) dê bi boneya salvegera bombekirina avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya di 3’ê Kanûna 1994’an de li Kadirga Stenbolê pêk hat daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. Pişt re jî dê biçin li ser gora xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da bibîr bînin. (11.00)   * Danişîna doza 21 xebatkarên Çapxaneya Gun a bi biryara dadgehê dewrî TMSF’ê hat kirin dê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Danişîna doza 20 endamên Buroya Hiqûqê ya Gelan (HHB) Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin dê li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li hember Kampûsa Girtîgeha Sîlîvrî bê dîtin. (10.00)   * Komîsyona Mafên Astengdaran a Baroya Amedê dê bi boneya 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Navnetewî li ber Dadgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe û pişt re belavokan belav bike. (11:30)    * Esnafên Ceylan Karavîl Park AVM’ê dê li dijî bihakirina kirê û krîza aborî li ber AVM’ê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. (10:00)