Gardiyenan: Leşkar jî, polîs jî û dewlet jî ezim 2017-10-29 16:43:22 WAN - Li Girtîgeha  Tîpa T a Wanê gardiyanên ser qawîşan de girtin, dest danîn ser amûrên girtiyan û gotin 'leşkar jî, polîs jî, dewlet jî emin.'  Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyan ji bo bi dawî anîn tecrîta girankî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah OCalan dest bi greva birçîbûnên ya bêdem û dorveger a 3 rojan kirin. Hat zanîn ku  gardiyanan di ser qawîşan de girtin, heqaret li girtiyan kirin û dest danîn ser betaniye, balgeh û amûrên rojane yên bikar tîn in. Hat diyar kirin ku di heman demê dde bi Şejhmus Bulbul re 11 girtiyên navê wan nehat zanîn kirin hucreyan de.     12 GIRTÎ KIRIN HUCREYAN    Girtiyê bi navê Firat Erbaga yê ji bo sê rojan ketî greva birçîbûnên ku bi malbata xwe re bi telefonê axivî, ev tişt ragihandin: “Greva me ya birçîbûnê ya ji bo sê rojan di 25’ê Cotmehê de bi dawî bû. Wê şeve gardiyenena di ser qawîşên me de girtin. Ser gardiyan heqaret li me kir û ji me re got ‘Lêşkerê vir jî, polîsê vir jî û dewlet jî ezim.’ Dûre jî  dest danîn ser betanî, balgeh û amûrên rojane yên me bi kar dîanîn. Bi Şeyhmus Bulbul re 11 hevalên me kirin hucreyan. Em difikirin ku dê îşkence li wan bikin.”