Tecrîda li Îmraliyê bi xwe re şer tîne 2017-10-29 16:32:17   AMED / ANTALYA - Bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçin zêde dibin. Li Amed û Antalyayê tecrîd hat şermezarkirin û hat gotin ku tecrîd şer û pevçûn e, ev wekî dijminahiya li dijî gelê kurd hat şîrovekirin.   Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Amedê bal kişandin ser jiyan û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kirin ku ew demek dirêj e ji Ocalan agahî nagirin, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wekîlên HDP'ê yên Amedê Feleknaz Uca û Sîbel Yîgîtalp, hevseroka HDP'a Amedê Glşen Ozer jî tev li bûn. Li ser navê jinan daxuyanî hevseroka DBP'a Amedê Rûken Akça xwend û destnîşan kir ku ew agahî ji Ocalan nagirin, ji ber wê li Rojhilata Navîn, Ewropa û li çar parçe Kurdistanê gel rabûye ser piyan.   'GELÊ KURD DI NAV FIKARAN DE YE'    Akça diyar kir ku li ser medyaya civakî agahiyên wekî ku Ocalan jiyan xwe ji dest daye tên belavkirin û Serdozgerê Komarê yê Bursayê daxuyaniyê dide û ev yek wan hêj bêhtir ditirsîne û wiha ev tişt got: "Gelê kurd gelekî bi fikar e. Dixwazin der barê agahî bigirin. Divê demek ji ya din zûtir hevdîtina bi Ocalan re pêk bê. Hêzên mêtinger berî 100 salan projeyeke qirêj li ser gelê kurd amade kirin, dixwazin vê yekê bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dewam bikin. Dixwazin gelê kurd bê rêber û bê statu bihêlin. Dê gelê kurd destûrê nede vê yekê. Êdî rêber û felsefeyeke wan heye. Tekane rêya çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e."   LI PEYASÊ DAXUYANÎ   Rêxistina HDP'ê ya Peyasa Amedê bi daxwaza hevdîtina bi malbat û parêzeran re li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wekîla HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û gelek kes amade bû. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hikumet dest ji pêkanînên xwe berde, an dê encamên hêj girantir derkevin holê.   PLATFORMA DEMOKRASIYÊ: HELWESTA HIKUMETÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN    Platforma Demokrasiyê ya Amedê ku ji saziyên wekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê pêk tên jî têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Şaxa BES’ê ya Amedê pêk hat û kedkar beşdarî civînê bûn. Hevserokê Şaxa BES’ê ya Amedê Bedîrhan Çetînkaya di civînê de axivî û bal kişand ser tenduristî û ewlehiya Ocalan û got ku xetereyên der barê Ocalan de zêde dibin. Çetînkaya bi bîr xist ku xetereya têkildarî Ocalan li ser tora civakî hatiye belavkirin û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan ne hikumxwar e. Gelê kurd dixwaze rewşa tenduristiya wî jê hîn bibe û li benda agahiyan e. Hikumeta AKP’ê bi sedan car serlêdana parêzeran û malbatê red kir. Ev rewş di serî de gelê kurd û hemû hêzên demokrasiyê û aştiyê dixe nav gumanan. Helwesta hikumetê ya ku guh nade daxwazên gelê kurd û dostên wan nayê qebûlkirin. Em ji desthilatdarî û dewletê daxwaz dikin ku tecrîdê rake û sekn û helwesta xwe bide nîşan.”    'BI AGIR NELEYIZÎN, HIŞÊ XWE BIDIN SERÊ XWE’    Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê jî tecrîda li ser Ocalan bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Civîn li avahiya partiyê pêk hat û rêveberên HDP'ê û gelek welatî beşdar daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ewil Hevseroka HDP’a Antalyayê Songul Şarkli axivî û diyar kir ku agahiyên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de bi qestî tên parvekirin û ji bo tecrîd rabe divê raya giştî hestiyar tevbigere.    Hevserokê Bajêr Cevdet Çaglar jî ev tişt anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan mîmarê aştî û biratiyê ye. Divê ku herkes aqilê xwe bide serê xwe. Bi agir dileyzin. Em bang li hemû aliyan dikin ku bi hestiyar bin.”