‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike' 2018-12-02 16:13:58   MÊRSÎN - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, polîtîkayên AKP'ê yên der barê çandiniyê de rexne kir û destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin bandora xwe li polîtikayên çandiyê jî dike.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê sempozyuma “Polîtîkaya alternatif a çandiniyê ya; Ji zeviyan heta ser sifrê, ji hilberînê heta rêveberiyê, pêkan e?" di roja duyemîn de berdewam dike. Sempozyum li Navenda Çande ya Ataturk a Yenîşehîrê berdewam dike. Di sempozyumê de Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Nusrettin Maçin û Ayşe Surucu axivîn.    'TÊKOŞÎNA HEVPAR'    Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettin Maçîn, diyar kir ku li herêmê ku kurd lê dijîn gund hatine valakirin û ji gundan ber bi bajaran ve koçkerî pêk hatiye. Maçîn, da zanîn ku bi qedexeya gund û zozanan rê li pêş çandinî û çotkariyê hatiye girtin û Maçîn, diyar kir ku çiyayê Kurdistanê hatin bombekirin û zozan li koçeran hatin qedexekirin û wiha got: "Destûr nedan ku em sewalkariyê bikin. Gelê me bi zorê koçber kirin. Bû sedem ku gelê me xizan bibe.  Sedema krîzê polîtîkayên îktîdarê ye. Em bang li hemû gelan dikin ku têkoşina HDP'ê mezin bikin. Em dixwazin her kes bi hevre li vîna xwe ya ku qeyûm desteser kiriye xwedî derkevin."   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî anî ziman ku AKP li şûna polîtîkayên çandiniyê û çotkaran pêş bixe, bêtir li gorî sermayedaran polîtîka pêş dixe û wiha got: "Ji ber îktîdar pirsgirêka kurd çareser nake, di polîtîkaya çandinî û çotkariyê de jî krîzan dijî. Li Herêma Rihayê Pembû ku wekî zêrê spî tê zanîn êdî qîmeta wî nemaye. Di serî de jin karkerên pembû nikarin heqê keda xwe bistînin. Sedema vê yekê jî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî çotkaran e. Çotkar zerar dikin. Sedema vê yekê polîtikayên AKP’ê yên neçareseriyê ye. "   Sempozyum dê bi encamnameyê bi dawî bibe.