Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên 2018-12-02 09:57:57   ÎZMÎR – Jina astengdar Şebnem Ayna bi minasebeta 3'ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê diyar kir ku mirovên astengdar bêtir rastî îstîsmarê tên û di hişê civakê de wekî ku mirovên astengdar rastî îstîsmarê bên asayî ye.    Roja Astengdaran a Navneteweyî di 3'ê Kanûna 1992'an de hat qebûlkirin. Li gelek welatên cîhanê astengiyên li pêş astengdaran qat bi qat zêde dibe. Ji ber vê yekê li şûna 3'ê Kanûnê bê pîrozkirin, dibe roja ku balê bikişîne ser pirsgirêkan. Li Tirkiye li gorî daneyên fermî ku ne teqez in, nifûs ji sedî 13 astengdar in. Kesên astengdar ji ber astengdariya xwe di çavê der û dorê de cuda û kêm tên dîtin û tên wêdekirin. Dîsa bi taybetî jinên astengdar hem ji ber astengdariyê û hem jî ji ber zayenda jinê 2 caran mafê wan tê binpêkirin. Têkoşîna jinê ya li dijî van astengiyan duqat zêde bibe. Yek ji jina astengdar Şebnem Ayna ye. Ayna hêj 17 salî bû perdeya çavê wê zerar dît û niha nabîne. Şebnem Ayna, anî ziman ku piştî çavê wê zerar dît, dîsa xwendina dibistanê berdewam kir û wiha got: "Min li dibistanê ewil pergala nivîsa brely dît. Bi vê rêbazê xwendin û nivîsandin hêsantir e. Em niha wekî serdema ku me didît najîn. Jiyana dema mirov bibîne cuda ye û ya piştî mirov bibîne ji hev cudatir in. Liv û tevger, xwendin, lîstin her tişt tê guhertin. Li vir bîlgisayarên ku ekranê dixwînin û gobal girîng e. Berê ez bi tenê diçûm û dihatim. Lê niha yek alîkariya min dike. Ji bo em bibin kes divê gobalê sipî bidin me. Ev ji bo jinan bêtir girîng e. Wekî tê zanîn jin di hemû qadên civakê de mafê wê tê binpêkirin. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin divê em gopalê sibî bikar bînin.    EM NECARÎ XWE QEBÛLKIRINÊ DIMÎNIN   Ayna, da zanîn ku dema mirovên astengdar di nava civakê de kar û barekî dikin neçar dimînin ku her dem îzahata astengî li pêş wan ne asteng e bikin û hunera xwe îspat bikin.  Ayna, ji serpêhatiyên xwe mînak da û wiha got: “Em neçar dimînin ku her tişta me kir em îzahat û vegina wê bikin. Ez nabinim lê dikarim bixwînim. Ez nabînim lê dikarim bimeşim. Ez nabînim, lê dikarim telefonê bikar bînim. Her dem neçar dimînim ku bêjim 'Lê dikarim....' Ev jî nîşan dike ku derdor her dem astengiyê ji bo astengdaran kêmasiyek dibîne. Hişê wekî ku kesên astengdar nikarin û kêm in tê avakirin. Tişta ku mirov dibînin nedîtina min û gobalê min e. Li şûna huner û serkeftina min bibînin gopalê min dibînin. Ez neçar dimînim ku di her gavê û her karî de xwe bidim qebûl kirin. Astengdar neçar dimînin ku hunera xwe û serkeftinê xwe bidin qebûlkirin. Min zanîngeh qezenç kir û min û hevalên xwe wekî hev pûan stend. Ez êdî naxwazim peyva ‘Nabîne lê pir serkeftî ye' bibhîzim. Di nava civakê de her dem cuda tên dîtin. Hewce bi peyvên ‘Mirovên taybet û mirovên astegdar" tune ye. Ya xerab em kirasekî çawa li mirovan dikin. Tişta divê bê kirin ne zêde pesn bê dayîn û ne jî tune bê dîtin. Divê li gorî pêdiviyên astengdaran şert û merc bên avakirin."    ‘POLÎS JI ME RENG Û RUYÊ TACÎZKAR DIXWAZE'    Ayna, da zanîn ku dema ew rastî tacîzê tên li gel ku wî nabînin jî polîs ji wan reng, rû û bejna kesê tacîz kiriye dixwaze û wiha axivî: "Jinên astengdar bêtir rastî tacîz û tundiyê tên. Ji jinê zêdetir wekî kesek astengdar li me dinerin. Dixwazin bi hêsanî destê xwe bidin bedena me. Ger ku em nexwazin ew destê xwe bidin me û li gel vê yekê dîsa destê xwe bidin me ev dibe mijara tacîzê. Dema em rastî tacîzê tên polîs ji me eşgala (Reng û rû) dixwaze. Polîs nedîtina me îhmal dike."    Ayna, herî dawî 3'ê Kanûnê roja astengdaran a Cîhanê ye. Di rojên wisa de pêwiste ji bo mirovên ker, kor, lal û astengiyên din şert û mercên wek hev bên avakirin. Divê êdî astengdar jî wekî mirovên ne astengdar bên dîtin û cudakariya di navbera wan de bê rakirin. Lê divê li gorî astengiyên wan derfet û şert jî bên avakirin. Kesên astengdar rastî kijan astengiyan tên û astengiyên li pêş wan çine divê ji van astengiyan re çareserî bên dîtin.    Divê çareserî ne dayîna meşa be. Divê çareserî derfetên ku astengiyan li pêş wan rake bên avakirin. Divê şert û mercên ku karibin wekî mirovên ne astengdar bijîn bê avakirin. Divê kesên astengdar jî bêtir cit rawestin û helwestek xurt nîşan bidin."      MA / Ayşe Sürme