‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’ 2018-12-02 09:39:43   WAN – Helbestvan Ahmet Tellî diyar kir ku rewşa tecrîdê li ser hemû civakê belav bûye û divê hemû aliyên hestiyar ên civakê bi wêrekî li dijî hemû pêkanîn û zextan derkevin û heke ev pêk bê dê tecrîd ji holê rabe.    Helbestvanê bi nav û deng Ahmet Telî 55 sal e bênavber helbestan dinivîsine. Tellî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bal kişand ser zextên giran ên li Tirkiyeyê û rola edebiyatvanan.    Tellî destnîşan kir ku hemû beşên civakî ji van zextên giran digire û got: “Rastiya civakê bi şiklekî herikîna jiyana asayî jî bandor dike. Ev rewş ji bo edebiyatvanan jî derfetek e û divê di demek wiha de xwe baş hîs bikin û hin bêtir rastiyê binivîsinin”.    Tellî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Bêguman rewşek tecrîdê heye. Lê balkêş e protesto vediguherin çalakiyên greva birçîbûnê. Ancax ev ji aliyê civaka hestiyar ve tê ferqkirin. Medyay vê yekê radigîhîne hemû hatine girtin. Bêguman medya di vî warî de diyardeyek girîng e. Dema Lenîn Şoreşa Sovyetê pêk anî karê wî yê ewil di wan şertên giran de derxistina rojnameyê bû. Em di ferqa vê yekê de ne. Ji bo vê yekê hemû medyayê hildane bin tekela xwe. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî Tîpa F de me wek komek rewşenbîr piştevanî dabû çalakiyan. Ji ber wê danezana me em hatibûn darizandin. Helbet dê di roja me ya îro de jî tecrîd bi ser nekeve.”   Tellî diyar kir ku pêwîste wîjdana civakê li dijî hemû pêkanînan bikeve dewrê û bê guman a ku dê di vê mijdarê de tişta diyarker wêrekî ye û bi wêrekiyê dê hemû pêkanîn ji holê bên rakirin.    MA / Adnan Bilen - Berzan Guneş