ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN 2018-12-02 09:00:07   * Selvî Gulmez ku ji bo piştevaniyê 22 sal in li Qada Galatasarayê li cem Dayikên Şemiyê ye, 23 sal in jî tim diçe girtîgehan. Gulmez dixwaze kurê wê yê nexweş ku 18 sal in di hucreyeke yekkesî de ye bê tedawîkirin.    * Hevseroka DBP'a Mêrdînê Leyla Bozkûrt, destnîşan kir ku Leyla Guvenê bi çalakiya xwe navnîşana çareserkirinê nîşan dide û bang kir: "Em bi hevdu re dikarin ji heqê polîtîkayên bêhiqûqî û ne mafdar derkevin."    * Rojnameyan Ronya Esra Şeran ku ji bo geştê çû Rihayê, bi hinceta li ser wê tilimê kesk heye hat binçavkirin. Wê danişîna Şeranê di 11'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê be. Di îdianameyê de tilimê li ser Şeranê wî unîformayê PKK'ê hat nirxandin.    * Parêzer Ayşegul Çagatay diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê piştî hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiriye wê dengê îşkenceyê bihîstiye û got: "Li cihekî parêzer lê bin ger ev tişt bên kirin, xwedê zane li cihên ku kamera û parêzer ne lê ne bê çi tê kirin."    * Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku têkoşîna ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê tê kirin, di asasê xwe de têkoşîna ji bo aştiyê ye û got: "Ji bo astengiyên li pêş azadiyê rabin, ji bo aştî, edalet û demokrasiyê divê dawî li tecrîdê bê."    * Jinên Kurd bi şîara “Rêxistinbûyîna me azadiya me ye” li Amedê di konferansekê de hatin gelhev û soza mezinkirina çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê dayî destpêkirin dan. Jinan dîsan di konferansê de bal kişandin ku ewê tu carî azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê.       *  Jina astengdar Şebnem Ayda bi minasebeta 3'ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê diyar kir ku mirovên astengdar bêtir rastî îstîsmarê tên û di hişê civakê de wekî ku astengdar rastî îstîsmarê bên tiştekî asayî ye tê avakirin.    * Pirtûka "05 17" a nivîskar-rojnamevana feminîst Ayşe Duzkan derket. Duzkan îlham ji mîtînga ewil a femînîstan "Ji lêdanê re na" girtiye û pirtûka xwe nivîsandiye.    * Rojnamevan Seyît Evran, ji bo girtina buroyên Tevgera Azadî yên li Herêma Kurdistana Federe destnîşan kir ku bi vî awayî hatiye xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê.    * Rêxistinên HDP'ê yên Çankaya ya Enqereyê, Mêrsîn û Stenbolê, bi armanca dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, dê 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk bînin. (10.30)    * Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dê 3'yemîn Kongreya Awarte  pêk bînin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî dê tev li kongreyê bibe. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê dê sempozyuma çandiniyê ya bi şîara "Ji zeviyan heta sifrê û ji hilberînê heta rêveberiyê" dê li Navenda Çanda Atatuk berdewam bike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî dê beşdar bibe. (10.00-19.00)   *Hevserokê Giştî yê HDP'ê dê tev li Mêrsînê gelek ziyaretan pêk bîne. (10.00-20.00)