Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû 2018-12-01 16:51:43   MÊRSÎN - Parêzeran biryara 19'emin Dadgeha Cezayên Giran a der barê Selahattîn Demîrtaş de nirxandin û destnîşan kirin ku ligel biryara DMME'ê biryara xwestina berdanê daye jî dîsa Dadgeha Enqereyê ev daxwaz red kiriye û wiha gotin: “Bi awayekî aşkere hiquq qetil kirin. Ev biryar, hamleya Serokomar Erdogan bû.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 20'ê Mijdarê de biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş serbest bê berdan. Li ser vê biryara DMME'ê parêzerên Demîrtaş serî li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dan. Lê piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan got "Em biryarê nas nekin,  Biryar me eleqeder nake"  19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî li gorî fermana Erdogan tev geriya û li şûna guh bide biryara DMME'ê, li gorî daxwaza Erdogan îtîraza parêzeran red kir. Têkildarî biryara Dadgeha Enqereyê, parêzeran bertekên xwe anin ziman û diyar kirin ku biryar li dijî hiqûqê ye. Parêzeran bal kişand ser gotina Erdogan a 'Em vê biryarê nas nakin' û wiha gotin: “Ev biryar hamleya Serokomar Erdogan e.  Ev biryar dîsa li dijî rêgez û zagonên navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye ye. Prz. Ozgur Çaglar, destnîşan kir ku biryara Dadgeha Enqereyê bi tevahî li dijî biryara DMME'ê ye  û wiha got: “Hem xala 90’emîn a Qanûna bingehîn û hem jî biryara serdestiya DMME'ê vê yekê tine ziman. Hinceta redkirina dadgehê nayê famkirin û naqê qebûlkirin. Biryara DMME pir aşkere ye. Ji sedî 90 di lêkolîna Daîreya Mezin re derbas dibe.  Daraza Tirkiye bi vê helwestê gogê davê dervê sehê. Hewl dide aloziyê derxe û demê dirêj bike. Ev he hiqûqî ye."   ‘EV HAMLEYA ERDOGAN E'    Çaglar, destnîşan kir ku li dijî vê biryara dadgehê hewldana parêzeran a hiqûqê dê bidome û parêzer dê serî li dadgehek bilintir bidin û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku daraza me girêdayî ye. zêde heviya ku di hiqûqa hundir de encam bê girtin tune ye. Daraza Tirkiye biryara DMME'ê îtîraz dike. Ev îtîraza Tirkiye hêjayî nirxandinê ye ya na Daîreya Mezin dê lêkolîn bike. Ger ku Daîreya Mezin der barê Demirtaş de biryara lêkolînê bide wê demê dê li bendê be ku biryara talî bide. Dadgeha Enqereyê biryarek serbixwe neda. Biryara Dadgehê hamleya Serokomar Erdogan bû.    'FERMAN DAN DADGEHÊ'    Prz. Alî Bozan jî diyar kir ku biryarek polîtîk e û li dijî hiqûqê ye. Bozan, anî ziman ku biryara Dadgehê li gorî daxuyaniyên Serokomar in û wiha got: "Ligel Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa tercûmeya biryarê ji Tirkiye reşand jî piştî parêzeran serî li dadgehê da û xwest Demîrtaş bê berdan, wekî ku dadgeh li benda fermanek jor bû got ‘Em li benda tercûma biryarê ne ku Wezareta Dadê ji mere bişine.' Mixabin ferman ji dadgehê re şandin û xwestin Demîrtaş neyê berdan. Pir  aşkere û zelal hiqûq qetil kirin. Piştî biryara DMME'ê mafê dadgeha herêmi li ber xwe bide tune ye. Divê li gorî vê biryarê Selahattin Demirtaş tahliye kiribûna. Lê dadgeha herêmî biryara berdewama girtina Demîrtaş da. "   Parezer Riza Oguz jî anî ziman ku piştî biryara DMME'ê divê teqez û bi lez Demîrtaş bê berdan û wiha got: "Bi biryara 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran îhlala mafan berdewam dike. Ev pir aşkere ye ku daraz çiqas sîyasi bûye.    MA / Ergîn Çaglar