Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man 2018-12-01 15:53:31   ŞIRNEX /MÊRDÎN - Ji ber barîna zêde ya navçeyên Mêrdîn û Şirnexê, rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man. Li bajarên ku binesaziya wan tebiqin, gelek malên welatiyan dibina vê de man.    Ji ber barîna zêde ya ji duh bi şev ve li navend û navçeyên Şirnex û Mêrdînê, bandorê li ser jiyana welatiyan kir. Li navend û navçeyên her du bajaran, barîna zêde ya baranê, zirarek madî ya mezin rû da.    LI ŞIRNEXÊ RÊ WINDA BÛN   Li navçeyên Cizîr, Elkê, Sîlopî û navenda Şirnexê xaniyê gelek malbatan dibin avê de man. Dîsan rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man. Kortikên li ser rêyan vebûn, ajokar kirin nava tengasiyê. Li tevahiya bajêr binesaziya gelek cihan tebiqîn û ji ber barîna zêde tevahiya kolanan vale man.     LI NISÊBÎN KOLAN DIBIN AVÊ DE MAN   Li Mêrdîn û navçeyên wê hî heman tablo hat jiyîn. Bi taybetî li navçeya Nisêbînê, kanalîzasoyana Îpekyolû xitîmî, kortik vebûn û piştî hewldanek dirêj rê li trafîkê hat vekirin. Ji ber barîna baranê hemû kolanên navenda bajêr dibin avê de man û kolanê nehatibûn asfalfkirin, veguherîn gola heriyê. Rê dibin avê de man û welatiyan kêliyên zor û zehmet jiyan.    PERGAL TÊK ÇÛ   Jêrzemînên avahiyên TOKÎ yên piştî qedexeya derketina derve li Taxa Dîcle hatibûn avkirin hemû dibin avê de man. Ji ber ku qeyûmê tayînê şaredariyê hatibû kirin, boruyên binesaziya taxê teng kiribûn, pergala kanalîzasyonê bi giştî têk çû. Welatiyên malên wan tije av bûn, bi derfetên xwe hewl dan vê derbixin. Di heman demê de welatiyan bertek nîşanî ekîbên şaredariyê yên dereng hatin cihê bûyerê û mudaxileyek kêm kirin dan.    ‘TOKÎ PÊŞIYA AVÊ GIRT’   Yek ji welatiyên taxê Abdullah Bayik, diyar kir ku ji ber înşaeta TOKI’yan hemû rêyên ava girtin û ji ber vê malên me dibin avê de man.    HEMÛ AVA KANALÎZASYONÊ KET MALÊN WAN    Welatiya mala wê jî dibin avê de ma Hamdiye Gozmen jî, anî ziman ku ew perîşan bûn û wiha got: “Em bêkes man. Kesekê ku bi me re eleqeder bibe tuneye.”   Yusuf Mugdatoglu jî, da zaîn ku taxa wan paqij bû û got: “Destpêkê hemû taxa me xira kirin û niha jî em bi vê rewşê re rû bi rû ne. Hemû ava kanalîzasyonê ket mala me. Ji ber ku boriyên teng li kanalîzasonê xistin, wisan bû.”   Feyrûşan Mugdatoglu jî mala xwe ya jêrzemînê nîşan da û îsyan kir. Welatiyên taxê, diyar kirin ku medya serdest û çapemeniya herêmê li hemberî vê rewşa wan bêdeng mane û gotin: “Em şaredariyên xwe dixwazin. Em qeyûman naxwazin.”