‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’ 2018-12-01 15:14:05   AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo aqûbeta windahiyên xwe bipirsin kom bûn û gotin: “Dixwazin dosyeya Tahir Elçî jî weke yê faîlên wan ne diyar bidin jibîr kirin, lê me destûrê nedin vê yekê.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 512’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe li dar xist. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn beşdarî çalakiyê bûn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û  diyar kir ku ji ber qedexeya Walîtaiya Amedê ev 13 heftene çalakiya xwe di hûndir de li dar dixin û pêkanîna qedexeya walîtiyê carek din şermezar kir.    ‘MIROV SERWINDA KIRIN’   Orhan, anî ziman ku gelek îşkenceyên giran li mirovên herêmê hatin kirin û wiha bilêv kir: “Em van îşkenceyan weke ‘wehşetê’ binav dikin. Mirov ji malên xwe hatin kirin. Mirovan zarok û xizmên xwe winda kirin. Di salên 90’î de mirov dihat binçavkirin û dibûn qûrbanên faîlên wan ne diyar. Em weke parazvanên mafên mirovan û xizmên windakiriyan, bê navber têkoşînê vê yekê didin. Li ser vê erdnîgariyê me gelek faîlên kiryar ne diyar dîtin. Me gelek winda jî dan.  Yek ji van jî Tahîr Elçiye. Bi awayekê kiryar nediyar Tahir Elçî hat qetilkirin. Elçî di têkoşîna windayan de ked mezin da, xwedî derket û bû şopdarê dozên wan. Sê sal bi ser kuştina Elçî re derbas bû. Di demên çûyî de bi ser hemû cînayetan hat girtin. Li vî welatî heya yek kuştinên kiryar nediyar hebin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin û şopdarê van dozan bin.”    ÇÎROKA MULDÎR   Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr piştî Orhan çîroka Alî Muldîr ê di 1’ê Çileya 1994’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat serwinda kirin xwend û wiha got: “Di dîroka bûyerê de, polîs diçin mala Alî, pirsa wî û bavê wî Pîrmuz Muldîr dikin. Ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Alî Muldir nayê girtin.”   15 SAL ŞÛNDE SERÎ LI DOZGERIYÊ DAN   Demîr, da zanîn ku malbata Muldir piştî operasyona li dijî Ergenekonê di 3’yê Sibata 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlopî didin. Piştî serlêdanan lêpirsîn hat destpêkirin. Lê tiştekê erênî ji lêpirsînê derneket.”    Çalakvanan piştî axaftinan ji bo 5 deqan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’   Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî, bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 418’an de çalakiya xwe li avahiya xwe dewam kirin.  Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz daxuyaniya vê hefteyê da.   Yildiz, di çalakiyê de pirsa faîlên Parêzer Tahir Elçî kir û wiha got: “Emê di her firsetî de pirsa faîlên elçî bikin. Di lêpirsîna Elçî ya sê salan de tu pêşketin çênebû. 3-5 qalikên gulan ên li erdê jî kom nekirin. Dimenên hin kameran ji holê rakirin û dimenên hin kameran jî jê birin. Îro faîl hîna  jî dinava me de digerin. Dixwazin dosyeya Tahir Elçî û dosyeyên bi sedan faîlên kiryarên wan ne diyar bidin jibîr kirin. Lê emê tu carî jibîr nekin.”