Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin 2018-12-01 14:22:29   EDENE – Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Zelal Demîray, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erhan Demîr ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tê girtin û got: “Demîr di girtîgehê de nikare li xwe mêze bike. Em dixwazin Demîr bê berdan.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar xist.  Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Zelal Demîray di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erhan Demîr ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tê girtin. Demîray, diyar kir ku nexweşiya dil a binavê “Sendroma Brugada” a Demîr heye û wiha got: “Demîr ji bo demek kurt tê berdan. Lê bi lez û bez wî dibin leşkeriyê. Ji ber ku li leşkeriyê dilê wî radiweste û tim krîza dil derbas dike, rapora “Bi kêrî leşkeriyê nayê” didinê.”   Demîray, da zanîn ku Demîr di girtîgehê de her ku diçe zeîf dike û wiha bilêv kir: “Ji ber nexweşiya dil talokeya jiyanê ya Demîr heye. Dilê wî tim radiweste. Ji ber şert û mercên birina nexweşxanê di girtîgehê pir xerabe, naxwaze biçe nexweşxanê. Ji bo daxwazên berdanê jî tu bersiv ji bo wî nayên dayîn.”    NE WIJDANIYE   Demîray, da zanîn k udi girtîgehên Tirkiyeyê de binpêkirinên mafên mirovan ên giran hene û wiha bilêv kir: “Divê ev binpêkirin, ji holê bên rakirin û ji bo berdana girtiyên nexweş pêngavên zelal bên avêtin. Divê muamele û îşkeceya heyî ya li girtîgehan bidawî bibe û girtiyên nexweş dimildest bên berdan. Li vê derê em carek din bang li rayedar û raya giştî dikin ku îro girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Em bang li hemû kesan dikin ku bi hestiyar tevbigerin û dengê wijdana xwe guhdar bikin.”