Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye 2018-12-01 11:57:16 GIRÊ SPÎ - Siyasetmedarên, ji bo çareserkirina pirsgirkên Sûriyeyê di Komxebata Diyaloga Sûriyeyê de li hev kom bûn, diyar kirin ku li şûna qanûnek bingehîn a desthilatdar û navendparêz, pêwîstî bi qanûnek bingehîn a wekhev, piranîparêz û azadiya jinan heye.  Bi pêşengtiya Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk (MSD), li bajaroka Eyn Îsa ya Girê Spî bi şîara “Ji bo ji nûde avakirin û pêşxistina Sûriyeyê" Komxebata Dîyalogê ya Sûriyeyê di rojên derbas bûyî de pêk hat. Di komxebatê de, mijarên  “Rewşa mirovî”, “Aborî” “Avakirin pergalê”, “Di çareseriyê de rol û rista têkoşîna jinan”, “Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê” û “Hevparbûna mûxalefetên Sûriyeyê dê çawan pêş bikeve” hatin niqaşkirin. Di encama komxebatê de, biryar hat dayîn ku kongreyeke ku muxalifan bîne gel hev bê lidarxistin. Dîsan di komxebatê mijara herî zedê hat nirxandin “Qanûna Bingehên a Sûriyeye Nû” bû û hat xwestin ku qanûnek bingehîn a wekhev, piranîparêz û azadiya jinan bê avakirin.    DIVÊ HEMÛ GEL CIHÊ XWE TÊ DE BIGIRIN   Sekreterê Giştî yê Koalîsyona Neteweya Erep Hîkmet Habîb, derbarê komxebatê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku komxebat ji wan pir girîng bû. Hebîb, anî ziman ku sûriyeyî li ser Sûriyeyê nîqaş  dikin û wiha got: “Ji hemû gelan û pêkhateyan mirov hatin gelhev û li ser rêyên çareseriyê nîqaş kirin. Hez û dewletên derve dê tu carî nekirin ji bo krîza Sûriyeyê çareseriyê ava bikin. Ên ku vê krîzê çareser bikin, dê gelên Sûriyeyê bi xwe bin.  Platformên gelan girîngin. Em hemû bihevre kom bûn û me pêgavek yekemîn avêt. Xebatek girîng derket holê. Me fikir û ramên xwe parve kirin. Yek ji mijara herî girîng jî qanûna bingehîn bû. Êdî bi terzê BAAS’ê yê berê kar bi rêve naçe. Divê qanûnek bingehîn a gelan bîne gel hev derbikeve holê. Îro gelên Sûriyeyê dixwazin li ser axa xwe ji bo xwe biryaran bidin. MSD jî pêşengtiya vê yekê dike.”   DIVÊ ZIMAN BÊN PARASTIN    Yek ji endamên Partiya Teyar El Wetanî Besel El Tabîb ê ji Şamê beşdarî komxebatê bû jî, diyar kir ku di qanûna bingehîn ya bê avakirin de, divê mafê hemû gelan bê parastin û wiha bilêv kir: “Em dixwazin li ser axa Sûriyeyê yekitiya gelan bê avakirin. Di qanûna bingehîn a berê de gelek mijar muxlaq bûn. Ji ber vê divê ji kokde bê guhertin. Dibe ku meclîsek ji pêkhatiyên pêşengên gelan bên avakirin. Li ser vê hîna jî nîqaşên me berdewam dikin. Divê xizmeta berjewendiyên gelên Sûriyeyê bike. Di qanûna bê avakirin de, divê pênaseya ziman baş bê kirin. Kîjan ziman bê esas girtin, divê ew ziman bê hilbijartin. Lê divê hemû zimanên bên parastin. Divê her herêm karibe bi zimanê xwe biaxive û zimanê xwe bide jiyîn.”   ‘ROLA JINAN DÊ LI HER DERÊ HEBE’   Seroka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Lîna Berekat jî, anî ziman ku ji gelek beşên cuda li ser heman maseyê rûniştin û wiha axivî: “Li Sûriyeyê qonax û pêvajoyên pir girîng hatin jiyîn. Qanûna bingehîn a Sûriyeyê ya berê desthilatdar û navendparêz bû. Divê dimildest ev qanûn bê guhertin. Li Sûriyeyê çiqas gel, pêkhate û bawerî hebin dibê bên esas girtin û mudaxilê pêvajoya amadekariya qanûna bingehîn bên kirin. Me weke jinan têkoşînek pir mezin da. Di şerê Sûriyeyê de, jinan bedelên pir mezin dan. Jinan xwîna xwe rijandin û di îşkenceyên pir mezin re derbas bûn. Ji ber vê divê mafê jinan bên parastin. Divê tu kes têkilî mafê jinan nebin. Rola jinan dê li her derê hebe. Mafê wekheviyê divê di pêşeroja Sûriyeyê de hebe.”   MA / Nazim Daştan