Medreseya Sor hildiweşe! 2018-12-01 10:12:43   ŞIRNEX - Li gel ku bi mîlyonan TL ji bo restorekirina Medreseya Sor a Cizîrê hat xerckirin jî, nava wê û banê wê ji ber ava baranê reseniya xwe winda dike. Ji bo medreseya ku hemû deverên wê bûye rutûbet, tedbîr nayên girtin.    Li navçeya Cizîra Şirnexê, Medreseya Sor a dîrokî ya tirba tesawûf û şaîrê Kurd ê nav û deng Melayê Cizîrî jî li wire, ji ber barîna zêde ya barên dîsan cih dibe û reseniy axwe winda dike. Serokatiya Îdarî ya Başbûna Herêmê GAP’ê di çarçoveya “Projeya Bawerî ya Cizîrê” de di navbera salên 2006 û 2007’an de bi mîlyonan TL ji bo restorekirina medreseya dîrokê xerc kir. Lê niha ji bo medreseya ku hemû aliyên wê rutûbet girtiye tiştek nayê kirin.    MALZEMEYÊN  BÊKALÎTE HILDIWEŞIN    Hemû malzemeyên di dema restorekirina medreseyê de hatin bi kar anîn, ji ber ku ne baş bûn, niha  hemû hildiweşin. Ji ber barîna zêde jî, diwar û serbanê wê zirar dibînin û xerab dibin. Dîsan ava diber diwarên medreseyê re dikeve hûn dir û gelek aliyên medreseyê bûye rutûbet. Di haman demê dîwarên rengê wê hatine guhertin, her roja diçe reseniya xwe winda dike.    YEK JI NAVENDÊN GIRÎNG Ê PERWERDÊ BÛ   Medreseya Sor di serdema sedsala 15’emîn de, di dema Mîrtiya Cizîrê de hat avkirin û xwedî hewşek mezine. Dinava medreseyê de hin dersxane, xaringeh, avahiyên mamoste û feqeyan hene. Ji ber ku bi blokên sor hatiye avakirin, weke Medreseya Sor tê binavkirin û tirba tesawûf û şaîrê Kurd ê nav û deng Melayê Cizîrî jî li wir cih digire. Medreseya Sor yek ji navendên girîng ê perwerdê bû û di dema Mîrtiya Şerefxan û Bedirxaniyan de jî, weke navenda ilm, çand û hunerê tim dihat bi kar anîn.