Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin 2018-12-01 09:19:02 EDENE - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê, destnîşan kirin ku ew ê li hemberî binçavkirin, girtin û ferzkirinên sîxurtiyê bitêkoşin û gotin: "Wê têkoşîna me dewam bike."  Li Edeneyê di 6 mehên dawî de 5 jê zarok 81 kes hatin binçavkirin û 6 kes jî ji ber parvekirinên medyaya civakî û beyanên şahidan bi "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin û girtin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê destnîşan kirin ku ew ê li hemberî van operasyonên binçavkirin, girtin û ferzkirinên sîxurtiyê bitêkoşin û wê têkoşîna wan dewam bike.    ‘CIWAN TÊOŞÎNÊ XURT DIKIN'   Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Bayram Ektîren, anî ziman ku li hemberî binçavkirin û girtinên îktîdarê ciwan tim li qada ne û got: "Ciwan şûna hevalên xwe yên tên binçavkirin û girtin tije dikin. Ji ber vê tim li ber avahiyên me yên bajêr û navçeyan ciwanan bi awayekî şaş teşhîr dikin. Lê dîsa jî nikarin bi ser bikevin. Çimkî em mafdar in." Ektîren, diyar kir ku têkoşîneke xwedî 40 salan heye û ciwanên ku vê têkoşînê dewam dikin hene. Ektîren got: "Karên li qadê hemûyan ciwan dikin. Ciwan têkoşînê xurt dikin. Îktîdar ji ciwanan ditirse. Çimkî tenê ciwan dikarin qoltix wan bihejînin. Loma êrîşî ciwanên têkoşer dikin."    Ektîren, bilêv kir ku li herêmên ku îktîdar zêde bi ser wan de tê xebatên ciwanan xurtir in û yek ji van bajaran jî Edene ye. Ektîren got: "Ciwan ji zext û zoriyên îktîdarê natirsin. Ciwan li ber binçavkirin, çewisandin û girtinan wê çok daneyne. Ciwan li hemû qadan têdikoşe."    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Seyît Muhammed Bariş jî diyar kir ku îktîdar jî baş dizane ciwan hêza herî xurt a têkoşîn ne loma bu hincetên absurd fezlekeyan amade dike û got: "A rast bi vî awayî dixwazin xebatên me yî legal îllegalîze bikin û têkoşîna me tune bikin. HDP, partiyeke legal e. Em li qadeke legal dixebitin. Armanca me azadî û demokrasî ye."    ‘SÎXURTIYÊ FERZ DIKIN'    Bariş, anî ziman ku ji ber der barê wî de biryara kontrola edlî heye diçe qereqola li taxa wan û îmzeyê dide û wexta îmzeyê dide kesên li xwe wekî îstixbaratvan didin naskirin sîxurtiyê lê ferz dikin û got: "Ji bo îmzeyê çûm qereqolê. Li qereqolê min kişandin quncikekî. Ji min re gotin 'alîkariya me bike, em ê pereyan bidin te, em ê ji te re xanî bikirin û te bizewicînin.' Ji min re gotin em ê îfadeya te bigirin. Lê belê ji min re gotin 'ne li qereqolê, lê li derve em li cihekî din hevdu bibînin.' Min jî ji wan re got ger hûn ê îfadeya min bigirin li qereqolê îfadeya min bigirin, ma qey hûn ne polîs in? Ji min re gotin 'em ne polîs in, em îstixbarat in.' Min îfade neda. Paşê tên taxê min ji ciwanan dipirsin. Ji ciwanan re dibêjin 'bi Seyît re negerin, dev ji wan berdin, dixwazin we bibin cihê xerab.' Bi vî awayî me îllegalîze dikin. Lê çi dikin bila bikin, em ê dev jê bernedin û çok daneynin."    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'    Mehmet Kaplan jî, diyar kir ku wexta tên binçavkirin sîxurtî li wan tê ferzkirin. Kaplan bilêv kir ku ji ber ew doza azadî, wekevî û demokrasiyê dikin tên binçavkirin û got: "Em ê tu carî dev ji demokrasî, azadî û wekheviyê bernedin. Wê nikaribin bi çewisandin, binçavkirin û girtinan me bitirsînin."    Ferhat Sezgîn jî got: "40 sal in em têdikoşin. Em ê bi dirûşmeya azadiyê tim ciwanan daxilî nav têkoşînê bikin. Em ê tu carî li ber çewisandin, binçavkirin û girtinan serî netewînin."    MA / Cemil Ugur-Hamdullah Kesen