Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn 2018-12-01 09:17:45   DÎLOK - Du nexweşxaneyên dewletê ji bo Yûsûf Taş rapora "ji sedî 75 berastengê zihnî ye" dan, lê ji ber ATK'ê got "dikare di girtîgehê de bimîne" 12 sal û nîv ceza li Taş birîn. Parêzeran cezayê dadgeha herêmî îtîraz kirin û şandin Dadgeha Bilind. Lê Dadgeha Bilind jî ceza pesend kir. Parêzeran piştre doz birin AYM'ê. Lê AYM'ê jî bi hinceta "serlêdan di wext de nehatiye kirin" serlêdana parêzeran red kir.    Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîlokê û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ersîn Arslan ji bo Yûsûf Taş rapora "ji sedî 75 berastengê zihnî ye" dan. Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) guh neda evan raporan ji bo Taş got "Dikare di girtîgehê de bimîne." Li ser vê rapora ATK'ê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Dîlokê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û nîv ceza li Taş birîbû.    Ceza di 2'yê Çileya 2017'an de hat pesendkirin. Li ser vê parêzer Yakûp Koca jî di 9'ê Çileyê de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê belê Koca AYM'ê jî bi hinceta serlêdan di wext de nahatiye kirin serlêdana parêzer red kir. Parêzer Koca destnîşan kir ku ew ê dosyeya muwekîlê xwe Taş ku ji sala 2014'an ve di Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê de ye bişîne Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).    Koca, anî ziman ku wan di wext de serlêdan kiriye û got: "Mixabin di hiqûqa hundurîn de derfetên lêgerîna ji bo mafên welatiyan nemaye. Divê em dosyeyên bi vî rengî zû ji DMME'yê re bişînin. Di dema dadgeha herêmî de me hemû parêzî kirin, lê rewşa bersatengiyê ya muwekîlên me esas nehat girtin û 12 sal û nîv ceza lê hat birîn. Di temyîzê de jî bêyî hincet biryara dadgeha herêmî hat pesendkirin. Bi biryara AYM'ê muwekîlê min careke din hat mexdûrkirin."