Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin 2018-11-30 18:35:35   QERS - Parlementera HDP'ê ya Qersê ya berê û Endama Dîwanê ya KCD'ê Mulkiye Bîrtane hat girtin.    Parlementera HDP'ê ya Qersê ya berê û Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane ku di 26'ê Mijdarê de li Amedê hat binçavkirin, wê birin Qersê. Li Qersê piştî îfadeya li emniyetê Bîrtane sewqî Edliyeya Qersê hat kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Bîrtane sewqî dadgehê kir.    Dadgehê jî bi heman îdiayê biryara girtina Bîrtaneyê da.    Her wiha Necdet Karadag û Tûncer Omerogûllari yê tevî Bîrtaneyê hatin binçavkirin jî bi heman hincetê hatin girtin û 2 kesên din jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.