Daxwaza berdana Demîrtaş hat redkirin 2018-11-30 15:33:37 ENQERE – Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara DMME’ê ya Demîrtaş red kir û xwest girtî bimîne. Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demîr li dijî redkirinê got: “Pênaseya vê rezaletê nîne.”    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) di 20’ê Mijdarê de biryar dabû ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş serbest bê berdan. Li ser biryara DMME’yê parêzerên Demîrtaş serî li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya ku Demîrtaş lê tê darizandin dan û xwestin miwekîlê wan bê berdan.    Dadgeha Enqereyê biryara DMME’ê ya ji bo Demîrtaş red kir û biryara “dewama girtinê” ya Demîrtaş da.    Dadgehê got ew nizanin biryara DMME’yê girtiye ka biryara taliye an na û div ê mijarê de nexwedî agahî ne.    Parêzerên Demîrtaş bertek nîşanî biryara Dadgehê dan.    PRZ. DEMÎR: PÊNASEKIRINA VÊ REZALETÊ NÎNE    Ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî biryara Dadgeha Enqereyê da û got: “Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tevî hemû biryara DMME’yê jî biryara girtina Selahattîn Demîrtaş da. Dadgehê wek hêceta jî gotiye biryara DMME’yê hêj nehatiye teqezkirin. Pişt re jî ji Wezareta Dadê re nivîs nivisandine û gotine ne wisa ye. Pênasekirina vê rezaletê nîne.”