Eren Keskîn: Piştgirî da çalakiya Leyla Guven 2018-11-30 15:31:35 AMED – Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven, li Girtîgeha Tipa E a Amedê Guven ziyaret kir û piştre li ÎHD'ê daxuyanî da. Keskîn ji hemû rêxistinên demokratîk xwest ku li dijî çalakiyê bêdeng nebin û hestiyar tev bigerin.    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û rêveberên ÎHD'ê yên Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 23 rojin di grevê de ye, li Girtîgeha Tîpa E  Amedê Guven ziyaret kirin. Keskîn piştî Guven li Girtîgehê ziyaret kir li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Keskîn, da zanîn ku wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 55 salî ye û 2 zarokên wê û 2 neviyên wê hene û wiha got: "Leyla 23 rojin di grava birçêbûnê de ye. Lê civak li hemberî vê çalakiyê bêdeng e. Ev mijara rexneyê ye. Ji bo em bibin dengê Guven em îro li vir in. Guven berê jî ji ber fikrên xwe 5 salan girtî ma. Guven îro jî ji ber fikrên xwe hatiye girtin. Balkêş e ji xala Zagona Têkoşîna Terorê TMK'ê tê girtin û darizandin. Ev îroniyek pir mezin e. Balkêş e tenê ji ber aştî xwestiye ji TMK'ê tê darizandin û girtîn.    KESKÎN: GUVEN GOT 'EZ LI DIJÎ TECRÎDA OCALAN DI GREVÊ DE ME   Keskîn bal kişand ser rewşa Leyla û wiha axivî: "Di meşiyê Leyla de “hipofiz adenom”  kom dibe. Lê dîsa jî Guvne ketiye çalakiya grevê. Piştî me bi Leyla re hevditin kir û pirsa 'Tu çima ketiye grevê? pirsî  Guven got, 'Niha li ser Ocalan tecrîdek giran heye. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe min dest bi vê çalakiyê kir. Bere jî hevdîtn hatin kirin bi axaftinê rêya çareseriyê dikare bêditin. Dikare şer û pevçûn raweste. Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim. Ez li dijî tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li girtîgehên din ketin grevê. "   Keskîn, da zanîn ku ji ber tu dêbaz û deftenên di destê Guven de tune pê çalakî pêk bîne dest bi çalakiya grevê kiriye. Daxwazên Guven zagonî ne. Li gel ku li Tirkiye ev yek tê zanîn  û hiqûqa înfazê heye jî înfaza hiqûqê li ber çavan nabe. Tişta li Îmraliyê pêk tê li dijî hiqûq û qanûnan e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê heta dawî piştgiriyê bidin Leyla Guven. Divê rêxistinen Demokratîk jî li dijî çalakiya Guven têkevin nava tevgerê û bêdeng nemînin. Heta niha me gelek mirov winda kirin. Lê em naxwazin ku Leyla Guven winda bikin."