Dadger di doza KCK'ê ya Stenbolê de girtina 9 kesan xwest 2018-11-30 14:41:59   STENBOL - Danişîna doza "KCK'ê ya Stenbolê" hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê 9 kesên ku beşdarî danişînê nebûn de biryara girtinê da. Heyetê berê jî der barê 18 kesan de biryara girtinê debû.    Danişîna 205 siyasetmedarên ku ji doza “KCK'a Stenbolê" tên darizandin, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de hin bersûcên serbest tên darizandin û parêzerên xwe amade bûn. Eşref Yaşar ku ji dozek din girtî ye, bi rêya SEGBİS'e beşdarî danişînê bû. Di danişinê de ewil Erhan Aslan mafê parastinê girt û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Aslan, îdîayên der parê xwe de red kir.  Piştre Mustafa îpek jî parastin kir û sûcê der barê xwe de qebûl nekir. Îpek, anî ziman ku xizmên wî yên xizan alîkariya pereyan daye wan û ev jî bûye mijara îdîayê û wekî sûc hatiye dîtin.    Piştre parêzer Sînan Zincîr parastin kir.  Pişti parêzer heyetê der barê kesên tev li danişînê nebûne de biryar da ku wan bi zorê bînin danişîne. Heyetê der barê 9 kesan de biryara girtinê da.  Heyetê di danişînê de ber barê Alaattin Guneş, Didem Tanriogen, Delil Botan Kahraman, Mehmet Doymaz, Metin Eren, Necla Nergiz, Rahmi Ozer, Salih Baykal û Songul Karatagma de biryara bi zorê bînin danişînê da.    Heyetê di danişîna berê de jî der barê Bîrgul Arvas, Bulent Çakici, Cengîz Koçak, Cuneyt Ozîl, Çetîn Ergîn, Gokçem Gokberk, Burhanettin Toprak, Hakan Soytemîz, Îbrahim Siyahkara, Îhsan Eliaçık, Mustafa Îpek, Mustafa Polat, Yasin Emektar, Yasîn Yalçın, Zeki Şahîn, Muzaffer Yaşar, Osman Aslan û Suna Varsak de biryara girtinê dabû.    Heyetê danişîna dozê taloqî 7'ê Sibata 2019'an kir.