Seroka Sînn Feîn: Bila Demîrtaş demildest were berdan 2018-11-30 14:16:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Sînn Feîn Mart Lou McDonald xwest ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên HDP'yî werin berdan. Seroka Îrlandî ya Sînn Feînê Mary Lou McDonald bersiv da nameya Demîrtaş a bi dîroka 16'ê Mijdarê. McDonald di nameya xwe de diyar kir ew ji biryara DMME'yê ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kêfxweş e, ku di biryarê de tê gotin bi girtina Demîrtaş peymana Mafê Mirovan a Ewropayê tê binpêkirin.   McDonald got: ''Ez ji vê biryara DMME'yê û ji daxwazkirina di cih de berdana Selahattîn Demîrtaş kêfxweş im.''   Lîdera Sînn Feînê xwest ku Demîrtaş, parlamenterên HDP'yî û hevşaredar werin beran û got: ''Selahattîn, Mijdara 2016'an bi rengekî deryasayî li gel 12 parlamenterên ku hatine hilbijartin hatin girtin. Ew ji ber ku dilxwazê aştî, demokrasî û mafê mirovan bûn hatin girtin. Ji HDP'ê 58 hevşaredar, 10 parlamanter û ji 5.000 zêdetir endam hatine girtin.   Danişîna din a Selahattîn di 12-15'ê Kanûnê de ye. Em Sînn Feîn diyar dikin em li cem Demîrtaş in, li cem hemû nûnerên HDP'ê ku hikûmeta otorîter a Tirkiyê zilmê li wan dike.   Em bang idkin ku Selahattîn demildest were berdan û hemû girtiyên siyasî yên HDP'ê werin berdan.''