Parêzerên ÇHD'ê bertek nîşanî Baroya Antalya dan 2018-11-30 14:15:50   ANTALYA –  Baroya Antalya afîşa wêneyê Serokê Baroya Amedê yê berê ku li Sûrê hat kuştin Tahîr Elçî li ser heye, ji panoyê daxist. Parêzerên endamên Baroya Antalya bertek nîşanî rêveberiya baroyê dan.    Baroya Antalyayê afîşa ku wêneyê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin û helbesta ku hevjîna wî jêre nivîsandiye li ser heye, ji panoyê daxist Endamên Baroya Antalya bi minasebeta salvegera kuştina Elçî li banoyê afîşa ku wêneyê Elçî li ser daliqandibûn. Piştî rêveberiya Baroya Antalya afîş ji panoyê daxist parêzeran bertek nîşan dan.  Parêzerên endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Antalya ku bi KHK'ê hat girtin, bertek nîşanî rêveberiya baroyê dan. Parêzeran afîş û wêneyê Elçî yê ji Panoyê hat daxistin hilgirtin û li ber baroyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê Parêzeran Baran Taşar, diya kir ku Elçî qasidê mafên mirovan û aştiyê ye û li pêş kamerayan hatiye qetilkirin. Taşar, anî ziman ku divê hemû parêzer û baro lê xwedî derkevin, lê Baroya Antalya li Elçî xwedî derneketiye û wiha got: "Baroya me ji bo cînayeta Tahir Elçî ronî bike û kujer bên darizandin tu gav neavêtiye. Afîşê Elçî li Edliyê hatine xistin nabe pirsgirêk. Lê baro wêneyê Elçî dadixe. Dîsa bê tehamuliya li dijî kurdî jî heye. Serok û rêveberê Baroya Antalya ne amirên parêzeran in. Ev buro ne tenê ya rêveberiyê ye. Cihê hemû parêzeran e."