Katalonya: Em biryara Îspanyayê nas nakin 2017-10-29 13:49:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Îspanyayê Serokê Katalonyayê Puigdemont ji peywirê girt, têkiliyên wan xirabtir bûn. Rêveberiya katalonî aşkera kir ku ew biryarên Îspanyayê qebûl nakin. Piştî biryara referanduma serxwebûnê ya li Katalonyayê, dewleta Îspanyayê li dijî katalonan biryarên nû girtin û Serokê katalanan Carles Puigdemont ji peywirê hildan.    Rêveberiya katalanî bertekek tund da nîşan û aşkera kir ku Puigdemont hêj serokê wan e û ew ê "derbeyê" qebûl nekin. Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku dê rêveberiya Katalonyayê biryara Îspanyayê qebûl neke. Piştî Katalonyayê biryara serxwebûnê da, rêveberiya navendî ya Îspanyayê madeya 155'an xist dewrê û rêveberiya katalonî ji peywirê girt. Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont destnîşan kir ku ew biryara hikumeta Îspanyayê nas nake.    Puigdemont banga "muxalefeta demokratîk" li katalonan kir.