Wergêra biryara DMME ya Demîrtaş gihîşt dadgehê 2018-11-30 12:20:26   ENQERE – Wezareta Dadê wergêra biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş da şand 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku Demîrtaş lê tê darizandin. Parêzeran got hemû biryarên ji bilî berdanê yên dadgeh bide li dijî hiqûqê ye.    Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) disekinin. DMME’yê xwestibû Demîrtaş bê berdan. Parêzeran têkildarî daxwaznameya berdanê ya ku dabûn 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya Demîrtaş lê tê darizandin daxuyanî dan.    Parêzeran ragihand ku ji duh ve wergêra DMME’yê Wezaretê şandiye dadgehê.    Parêzeran destnîşan kir ku Dadgeha Enqereyê ji bilî biryara berdanê çi biryarên din bide li dijî hiqûqê ye û xwestin demildest Demîrtaş bê berdan.