Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan 2018-11-30 12:01:40 AMED – Parêzerên Selahattîn Demîrtaş ji bo biryara DMME’yê pêk were serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.  Doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) hat dîtin. DMME di dozê de biryara berdana Demîrtaş ji Tirkiyeyê xwest. Piştî biryara DMME’yê rayedarên Tirkiyeyê daxuyaniyên cuda dan û hêj Demîrtaş nehatiye berdan.    Ji parêzerên Demîrtaş, Reyhan Yalçindag der barê biryarê de axivî.    'HÛN ALIYÊ DADGEHÊ NE’    Yalçindag daxuyaniya Erdogan wek mudaxeleya li darazê binav kir û got: “Darzizandina siyasetmedarên kurd bênavber rastî mudaxeleya tê. Milê desthilatdariyê di daxuyaniyê xwe de de aliyê xwe yê DMME ji bîr kiriye. Daxuyaniyên wan vê yekê didin nîşandan. Ev rewşek xeternak e. Çimkî Tirkiye terefê dadgehê ye. Ji sala 90’î vir ve ji neçarî we rayedariya darazê nas kiriye. Ji sala 1987’an ve jî serlêdana takekes qebûl kiriye. Ji sala 1954’an vir ve jî Peymana Mafên Mirova a Ewrûpayê (PMME) jî we eleqedar dike.”    'JI BO PÊNGAVÊ PÊ LI BUTONÊ KIRIN E’    Yalçindag da zanîn ku hemû daxwaznameyên ji bo tahliyeya miwekîlên wan ji aliyê dadgehê ve tu bersiv jê re nehetine dayîn û got: “Dema em van daxuyaniyên hemwext didin ber hev, amadekirina pêngavek heye. Ji bo pêngavek pê li butonê kirinê.”    SERÎ LI AYM’Ê DAN    Yalçindag diyar kir ku ji roja biryara DMME’yê hatiye aşkerekirin vir ve azadiya Demîrtaş tê binpêkirin û tehdîtek li ser azadiya wî ye. Yalçindag got ji bo berdana Ocalan serlêdanek nû birine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û ew li benda biryarê ne.    DÊ DÎSA SERÎ DMME’YÊ BIDIN    Yalçindag destnîşan kir ku ji bo biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş bê berdan serî li AYM’ê dane û heke ev serlêdana wan bê redkirin dê dîsa ji nû ve serî li DMME’yê bidin.    Yalçindag anî ziman ku ew bi binpêkirinên nû re rû bi rû ne û xwest Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.