Prz. Erol: Ocalan li dijî pergala Îmraliyê rabû û nehişt wî birêve bibin 2018-11-30 11:16:08 ENQERE – Parêzer Ozgur Erol diyar kir ku pêkanîna tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yek ji “teknîka rêveberiyê ye” Û Ocalan nehişt ku ew bê birêvebirin û li ber vê yekê rabû. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol ku parêzeriya Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan dike polîtîkaya tecrîdkirina miwekîlê xwe nirxand.   ‘TU DEMÊ TECRÎD RANEBÛ’    Erol diyar kir ku ji serê ewil ve Girtîgeha Îmraliyê wek yek kanala pargalekê hat honandin û sîstema çûyîna malbat û parêzeran danîbûn holê tu demê neguherî. Erol bi bîr xist ku her çiqas hindikbûya jî heta 2011’an parêzer dikaribûn biçin cem Ocalan û niha siyaseta li ser Îmraliyê pêk tê bi taybet pêk tînin.   MÎNAKA RADYOYÊ    Erol anî ziman ku mafên li hemû girtîgehên din li Îmraliyê tune ne û got: “Ji serê ewil ve sîstemek çawa li Îmraliyê ava kirin e diyar e. Mînak qenalek dabûn Ocalan û vê qenalê li ser TRT’ê neliv kiribûn. Radyoyek dabûnê û milê wê yê qenala hatibû şikandin.”    HELWESTA CPT Û DMME    Erol bi bîr xist ku herî dawî her çiqas kin be jî di 11’ê îlona 2011’an de Mehmet Ocalan hevdîtin li gel miwekîlê wan Ocalan pêk aniye û her çiqas CPT ji sala 2015’an ve heta niha 4 caran hatibe Tirkiyeyê jî carek jî neçûye Îmraliyê. Erol da zanîn ku li gel wan gelek caran rewşa Îmraliyê ji CPT’yê re ragihandine jî lê heta niha CPT gavek neavêtiye û got: “Ev nêzîkatî ne tesaduf e.”    'TU DEMÊ KUNA REŞ A HIQÛQÎ NAYÊ GUHERTIN'    Erol da zanîn ku astengkirina parêzeran a ji sala 2011 heta îro her çiqas ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) re ragihandine û serî li wan dane jî heta niha li ser nesekinîne û got: “Serlêdana me ya DMME ji hikumetê re nehatiye şandin. Bêyî ku muameleyek li ser daxwazên me bikin li wir tên sekinandin. Kuna reş a hiqûqî ev yek e. Jiyana asayî didome, hiqûqa asayî didome, demsal diguherin, rêxistinên siyasî diguherin lê tu carî ew kuna reş naguhere.”    ‘GOTIN NIKARE XWE BIRÊVE BIBE’    Erol got Ocalan jî ji serê ewil ve di wê ferqê de ye bi tecrîda hevrû dimîn re ji Ewrûpayê neserbixwetir e. Erol got: “Pozîsyona ku têde ye dem bi dem dianî ziman. Wiha digot ‘Ez liv ir di korîdorek teng de me. Ne li çep û ne jî li rastê xwe dikarim bizivirim.’ Tişta ku behs dike zextên sîstemê yên li ser wî ne. Lê aliyek wê wiha jî heye. Ji serê ewil ve di wê ferqê de bû armanca pergala tecrîdê heye û tu demê vê qebûl nekir. Pergala tecrîdê tenê ne zext e û sînorkirin e. Birêz Ocalan 24 saet tê şopandin û qeydkirin. Hin tiştên derbarê Ocalan de hîn dibûn. Bêguman ev hemû rêveberiyek teknîkekê bûn. Ocalan nehişt ku ew bê birêvebirin û li ber vê yekê rabû. Me viya pir zelal hîs kir. Birêz Ocalan vê yekê bi hêza gotin û rexneyê pêk dianî.”    ‘DINYA KRÎZA HIQÛQÎ DIJÎ’    Erol destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan ji geşedanên Rojhilata Navîn û pozîsyona kurdan ne cuda ye û got: “Birêz Ocalan jî di gelek daxuyaniyên xwe bal dikişand ser vê yekê. Tecrîdkirin tenê bi krîza siyasî nayê binavkirin. Li cîhanê kirîza hiqûqî ya micid heye. Li ser seranserî Ewrûpa krîz heye. DMME û CPT ne wek berê ne yanî sazîbûna xwe pêk naynin. Girêdayî siyasetê ne. Di salên 90’î de DMME têkildarî kurdan biryarên pir micid girtin. Û ji bo Tirkiye demokratiktir bibe gavên girîng avêt. Lê piştî pêvajoya 2010’an em nikarin heman tiştî ji bo DMME yanî Ewrûpa bibêjin.”    ‘KÎ DIKARE BIBE KEFÎLÊ EWLEHIYA WÎ?’   Erol diyar kir ku ji îlona 2016’an ve kesî Ocalan nedîtiye û got: “Li cihek ku wisa nayê kontrolkirin û çavdêrkirin kî dikare bibe kefîlê ewlehiya tiştên li wir diqewime? Vê qadê kontrola hiqûqî ji holê rakiriye. Dibêjin ‘Heke giliyê we hebe hûnê bikin, Dadgeha Înfazê wê biryar bide.’ Ji bo ku gilîkirina me heye em dixwazin bibînin û bibîhizin. Ev tişt yek jî nînin. Herî cihê ku dikarî nêzî Gravê bibî Edliya Bursa, Buroya Îrtîbata Mudanya ye. Heta ev der jî hebin em dikarin daxuyaniyek objektîf bidin? Ne pêkane ku em têkidlarî tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan wek kefîltiyê daxuyaniyek bidin.”   ‘HELWESTA TECRÎDÊ SIYASÎ YE’    Erol destnîşan kir ku Ocalan yek ji kesayetiya ku herî zêde ji bo jiyana bi hev re û hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê di nav hewldanan de ye û got: “Her ku li Îmraliyê hevdîtin pêk dihat rewşa siyasî, aborî û civakî ya li Tirkiyeyê aramtir dibû. Rewşa demokratîktir baştir dibû. Kengê ku tecrîda bênavber dest pê kir her ku çû Tirkiye li nava hev ket û rewşek dij demokratîk dest pê kir. Di esasê xwe de yên tecrîdê pêk tînin ji bo vê yekê pêk tînin. Yên naxwazin tecrîd hebe jî ji bo vê dij demokratîkbûnê nebinin. Helwesta we ya têkildarî tecrîdê siyasî ne.”    ‘RASTIYA OCALAN’    Erol bal kişand ser daxwaza çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: “Rastiyek Birêz Ocalan ku ji bo aliyê kurd û tirkan dikaribin bi hev re bijîn re jî vedibêje heye.  Ji ber vê yeke heke em dikaribin vê çandê berdewam bikin navnîşana vê jî Birêz Ocalan e. Leyla Guven jî di ferqa vê rastiyê de ye û ji bo vê yekê helwesta xwe dide nîşandan.”    MA / Bêrîvan Altan