'Paşeroja Sûrê rûxandin, pêşerojek sexte ava dikin' 2018-11-30 10:24:30 AMED - Serokê Şaxa Odeya Avahisazên Amedê Şerefhan Aydin, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hilweşandina Sûrê ev 3 salin bênaber berdewam dike û got: “Bi vê yekê re li Sûrê dîrok, çand û binesaziya civakî wêran dikin.”   Xebatên înşaet û hilweşandina piştî qedexeyên derketina kolanan ên di 2'yê Kanûna 2015'an de yên li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş, Alîpaşa û Lalabey ên navçeya Sûra Amedê hat îlankirin û şûnde, berdewam dikin. Serokê Şaxa Odeya Avahîsazên Amedê Şerefhan Aydin, diyar kir ku bi projeya “Ji nû de avakirinê” dixwazin Sûrê ji dîrok û nasnameya wê ya qedîm dûr bikin.   Aydin, da zanîn ku piştî qedexeyan beşek mezin a Sûrê hat hilweşandin û wiha axivî: “Di dema operasyonên 103 rojan de, rûxandinek mezin pêk hatibû. Dûre bi Biryara Desteya Wezaretê re, ji 7 hezar û 714 parsel erd, 6 hezar û 292 jê kirin malê dewletê û dest bi hilweşandinê kirin. Ji ber vê ji sala 2014’an ve hemû nifûsa Sûrê ji cih û warên xwe hatin kirin û neçar man ku li derbarê bajêr bi cih bibin.    ‘ÇAND Û DÎROKKA CIVAKÎ TUNE KIRIN’   Aydin, da zanîn ku hin xalên diyar ên Sûrê hene û wiha axivî: “Hilweşandina Sûrê şaşiyek pir mezine. Ji bo welatiyên Sûrê zilm meşrû dîtin. Ev jenosîdek dîrokiye. Bi dehan çar me xwest em li Sûrê lêkolîn bikin. Lê bi tu awayî bersiv nedan daxwazên me. Bi rêyên cuda agahiya me ji Sûrê çêbû. Dem bi dem tiştên li Sûrê tên kirin, me bi raya giştî re parve kirin. Di heman demê de  li Sûrê dîrok û çanda civakî jî hilweşandin. Ji xwe qedexeya li serû bi serê ku pêkanînek dîrokiye.”    ‘LI TU CIHAN PÊKANÎNEK WIHA TUNEYE’   Aydin, da zanîn ku pekanîna li Sûrê li tu deverên cîhanê tuneye û wiha bilêv kir: “Kesek ne diferqa travmaya gelê hat koçberkirin deye. Di roja wan de tiştek wiha tuneye. Derbarê şert û mercên aborî û fîzîkî yên jiyana wan tu agahî tuneye. Bi projeyên xeml û xêzan dixwazin nerîna raya giştî biguherînin. Vîllayên li Sûrê tên çêkirin, kîjan dîrokê dide nîşandan ne diyare. Tu eleqeya wan bi dîroka Sûrê re tuneye. Paşeroj hat rûxandin û niha pêşerojek sexte ava dikin. Cihê ku niha jê re dibin baş û xweş bû, cih û warê mirovan bû. Hemû kes jî dizanîn vîllayên li Sûrê çêdikin, dê ne din xwendiyên wan, berevajî dê bidin kesên pîstûkên spî û burjivayan.”    Aydin, dest nîşan kir ku divê hemû mexdûrbûnên li Sûrê hatin jiyîn bên derbaskirin. Divê nasnameya rast a Sûrê derbixin holê.      MA / Lezgîn Akdenîz