Nivîskar Erkaçmaz: Ji bo aştiyê tekane rê diyaloga demokratîk e 2018-11-30 09:42:23 STENBOL – Nivîskar Kamran Erkaçmaz, pirtûka “Acinin Îkî Yuzu/Du duyên êşê” a êşa malbatên kurd û tirk ên di şerê salên dawî de jiyana xwe ji dest dane digire dest çap kir. Erkaçmaz, diyarkir ku tekane rêya aştî û çareseriyê diyalog e. Nivîskar û Wênekêş Kamran Erkaçmaz, pirtûka "Acının İki Yüzü/Du Rûyên Êşê" ya êşa malbatên kurd û tirk ên di şerê 40 salên dawî de zarokên xwe winda kirine digire dest, ji Weşanxaneya Îletişimê çap kir. Kamran Erkaçmaz di sala 2013'an de ji Rojavayê Tirkiye berê xwe da bajarê Kurdan û êşa malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest daye nivîsand. Erkaçmaz, di rêwîtiyê de hem li malbatan guhdar kir û hem jî wêneyê şopa şer kişand û di gulana 2014'an de pêşengeh vekir. Erkaçmaz, piştî pêşengeha wêneyan vekir, hest, daxwaz û nerînên malbatan di pirtûkê de kom kir û pirtûk çap kir. Kamran Erkaçmaz niha jî xwe amade dike ku belgefîlma vê rastiyê bikişîne û bi raya giştî re parve bike.    'EZ DIXWAZIM ŞOPA MALBATÊ BIŞOPÎNIM'   Erkaçmaz, destnîşan kir ku ji bo şopa malbata xwe bişopîne dest bi rêwîtiyek wisa kir û çavdêriyên xwe kiriye pirtûk. Erkaçmaz, da zanîn ku malbata wî ji Rihayê bi zorê hatin koçkirin û wiha got: "Ez li Mêrsînê mezin bûm. Ez li Lîseyê ketin nava siyasetê. Min fam kir ku çima malbata min koç kiriye. Li Zanîngehê jî ji ber nasnameya kurd her dem mijara kurd bû niqaş.  Ji ber rastiya heyî min nikarîbu bi der û dora xwe bidim famkirin min biryar da ku bi nivîskî, wêne û dimenan vê rastiyê têxim bin tomarê û bi raya giştî re parve bikim. Tenê em dikarin bi riya qeyd û belgeyan dikarin nerîna yên din ên der barê kurdan de biguherînin û rastiyê bi wan bidin famkirin. Ji ber vê yekê min dest bi projeyek wisa kir. Dîsa tişta ez xistim nava vê lêkolînê hevalê min ê lîseyê û birayê min di pevçûna li Geverê de jiyana xwe ji dest da. Dîsa ji xizmên min 3 kes piştî tev li PKK’ê  bûn di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ev pirtûk navê xwe ji êşa du aliyan digire. “Acının İki Yuzu/Du ruyên êşê" êşa herdu aliyan jî tîne ziman. Min di 2012'an de dest bi vê projeyê kir. Di sala 2013’an de li gelke bajarên Tirkiye û herêmê geriyam. Armanca min li 35 baran bigerim. Piştre li gelek bajar û navçeyan geriyam. Ev xebat encama kedek Kolektif e."    Erkaçmaz, destnîşan kir ku di vê gerê de dît ku kurd û tirk li hemberî hev pêşdaraz in û divê hev fam bikin û hev guhdar bikin û wiha got: "Wekî di medya de tê xuyakirin malbatên eskeran nabêjin 'Bila welat sax be. Şehît namirin'  Ji bo her du alî hev fam bikin divê bên cem hev û di navbera xwe de diyalogê pêş bixin. Malbatên eskeran diyar dikin ku çima zarokên fermandar û rayedaran nayên kuştin û çima zarokên xizanan tên kuştin. Malbatên eskeran jî li dijî kuştina eskeran nerazî ne Min xwest bi vê pirtûkê cih bidim nerînên malbatan ên li hemberî hev û vê pêşdaraza der barê hev de bişkînim. Li vir tenê rêyek heye. Ew jî diyalog e. Rêşa aştiyê diyalog e.    MA / Necla Demir