Heta HDP'î neyên tespîtkirin wê komir neyê belavkirin! 2018-11-30 09:18:26 MÊRDÎN - Hat derpêşkirin ku li hin gundên Midyadê bi fermana qeymeqamê navçeyê leşker serdana keyayan dikin û ji wan re dibêjin heta malbatên dengê xwe didin HDP'ê neyên tespîtkirin wê komira ji bo alîkariyê neyê dayîn.  Hat îdiakirin ku li gundê Dalîn, Sitê, Salhê, Kerşaf, Arnas, Enhel û Behwar ên navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi fermana Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Tekîn îsal belavkirina komira alîkariyê hatiye rawestandin.    Li gorî agahiyên şêniyên gundan dan, komek leşker hatine gundên wan û hevdîtin bi keyayan re çêkirine. Gundiyan destnîşan kir ku leşkeran ji keyayan re gotiye "heta kesên dengê xwe didin HDP'ê neyên tespîtkirin" wê komir neyê belavkirin. Şêniyên gund gotin: "Ji keyayan re gotine divê ev yek bê tespîtkirin. Piştî ev bê tespîtkirin wê komir bê belavkirin." Her wiha gundiyan derpêş kir ku leşkeran gotiye ev fermana qeymeqam e.    MA / Ahmet Kanbal