Halîme Candemir ji beşa komayê derxistin 2017-10-29 12:39:22 WAN - Halime Çandemîr a li Gundê Meletopuz ê Navçeya Qelqeliyê ya Wanê polîsan bi ser malên wan de girt û şewitandin, krîza dil derbas kiribû û rakiribûn nexweşxaneyê. Candemîr a ket komayê ji beşa koma derxistin.  Pîra 83 salî Halime Candemir a polîsan li Gundê Meletopuz a navçeya Qelqeliyê bi ser mala wan de girt û xaniyê wê şewitandibûn, kriza dil derbas kiribû û di beşa koma de razandibûn. Canpolat rewşa wê baş bû û ji beşa koma derxistin. Dermankirina Halime Candemir a li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê didome.  Candemîr ku anjiyo bû, piştî 2 rojan di beşa koma de ma, ew derxistin û anîn beşa nexweşxaneyê ya asayî. Kurê Candemir Salih Candemir, anî ziman ku tenduristiya malbata wan baş e.