Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe 2018-11-30 09:15:30 AMED - Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên wê li dar bixin û destnîşan kir ku ger daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê pêk neyên ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 23'yan de ye. Ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê li Amed, Edene, Riha, Wan û Colemêrgê parlementerên HDP'ê jî di nav de bi dehan siyasetmedar ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Her wiha ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê li girtîgehan girtiyên siyasî jî di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn û çalakiya wan jî di roja 4'an de didome. Di vê çarçoveyê de parlementerên HDP'ê jî di nav de wê bi dehan siyasetmedar di 2-3-4'ê Kanûnê de li Enqere, Stenbol û Mêrsînê û wê di 7-8-9'ê Kanûnê de jî li Mûş, Şirnex û Mêrdînê ji bo 3 rojan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê bikin. Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê.    'DIŞIBIN HEVDU'   Bûlûttekîn, anî ziman ku daxwazên Guvenê daxwazên wan in jî û di şexsê Ocalan de gelê kurd û hemû gel tên tecrîdkirin. Her wiha Bûlûttekîn bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan da destpêkirin jî û destnîşan kir ku divê demildest dwî li tecrîdkirina Ocalan bê. Bûlûttekîn, bilêv kir ku tecrîdkirina Ocalan veguheriye tecrîdeke mutleq û bal kişand ser greva birçîbûnê ya di sala 2012'an de pêk hat. Bûlûttekîn got: "Çalakiyên niha dişibin çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2012'an de li girtîgehan hat destpêkirin. Gelek tê tecrîdkirin û wisa difikirim wê ev çalakî li tevahiya civakê belav bibin."    'GEL TECRÎDÊ PIŞTGUH NAKE'   Bûlûttekîn bal kişand ser sedemên tecrîdkirin Ocalan jî û got: "Îktîdar asê bûye. Dixwaze bi tecrîdkirina civakê xwe ji vê asêbûnê xelas bike. Ji ber vê Birêz Ocalan tecrîd dike. Ev rewş nîşan dide ku dewlet çi qas asê bûye. Gel tecrîdkirina Ocalan piştguh nake. Lê bi polîtîkayên tên kirin tê xwestin ku civak bitepise. Lê gel li hemberî vê bi hêrs e."   Bûlûttekîn bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ku dê ji bo 3 rojan li 6 bajaran bên destpêkirin û got, wê ev çalakî zêde bibin û berdewam bin. Bûlûtttekîn diyar kir ku heta daxwazên Guvenê pêk neyên wê çalakiyên wan berdewam bikin û her biçe wê zêdetir bibin.    MA / Mehmet Şah Oruç