Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike 2018-11-30 09:14:20 AMED – Li Licêya Amedê qeyûm doza bacê li kesên heftê rojekê dezgeha xwe li bazarê vedikin dike. Serokê Bazara Semtê ya Navçeyên Amedê Mehmet Yetîşkîn, diyar kir ku li navçeyên din tiştekî wisa tune ye.  Li Licêya Amedê her roja çarşemê esnaf dezgehên xwe li bazarê datînin, lê belê ev demeke bi pêkanîneke nû re rû bi rû mane. Zabiteyên tên bazarê ji esnafan dixwaze ku qeyda xwe li Odeya Esnaf û Sinhetkaran çêbikin an jê ew ê nehêlin ku dezgehên xwe deynin. Esnafên bazarê bertek nîşanî vê yekê dan.    SEROKÊ KOMELEYÊ: EM NIKARIN BIDIN    Serokê Komeleya Bazara Semtê ya Navçeyên Amedê Mehmet Yetîşkîn (27), bertek nîşanî vê pêkanîna qeyûm Şaredariya Licê da. Yetîşkîn, diyar kir ku ji sedî 80'yê esnafan ji Amedê diçin Licê û dezgehên xwe datînin. Yetîşkîn, diyar kir ku jixwe qezenca esnafan têra lêçûnên wan nake. Yetîşkîn anî ziman ku qeyûm bi vî awayî zilmê li esnafan dike û got: "Qeyûm zilmê li esnafan dike. Doza bacê li wan dike. Jixwe em rojekê tên vir. Dixwazin em ji bo rojekê qeyda xwe çêbikin û bacê bidin. Em esnaf vê yekê qebûl nakin."    Yetîşkîn, destnîşan kir ku krîza aborî heye û di vê krîzê de qeyûm jî zilmê li wan dike. Yetîşkîn, anî ziman ku divê demildest dev ji vê yekê bê berdan û got: "Qethiyen em nikarin bacê bidin. Em nikarin debara zarokên xwe bikin, îjar em ê çawa bacê bidin." Yetîşkîn, bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm jî dan û got: "Bi salan e em tên vir. Di dema HDP'ê de pêkanînek bi vî rengî tune bû. Bi ser de heta ji destê wan dihat alîkariya me dikirin."