Prof. Altıntaş: Welat bi aboriya ganimetê bi rêve dibin 2017-10-29 11:55:08 ENQERE - Aborînas Prof. Dr. Mustafa Altintaş, diyar kir ku projeya Komarê di nêvî de maye û wiha got: "Komar êdî tune. Komar projeya pêşxitina welatiyê azad bû. Îro welat bi aboriya  ganimetê tê rêvebirin.  Di ser damezirandina Komarê re 94 sal derbas bûn. Gelê kurd, tirk û gelên cuda yên li Tirkiye bi hevre Komar ava kirin. Lê îro tenê gelê tirk wekî sazumankarê  komarê tên naskirin. Aborînas Prof. Dr. Mustafa Altintaş, der barê rewşa Komarê ewşa niha de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    PROJEYA WELATIBÛNA AZAD BÛ.   Altintaş, anî ziman ku Komar ji bo Tirkiye hem xelasî û hem jî avakirin bû û wiha got: “Şoreşa Komarê şoreşa ku welatî dibe welatiyên azad. Êdî ji tebaayê xelas dibe. Bêyî ku ziman, nasname, bawerî, reng û nijad bên cudakirin û her kes wekî hev welatî tên dîtin. Komar li ser fikr, wîcdan, azadiy3e pêş dikeve. Sazkirina Komarê li ser bingehê welatiyên azad peş dikeve. Divê komar wekî şoreşê bê destgirtin. Serdestiya gel tê wateya ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe. Altintaş, anî ziman ku serdema Hitler, Pinoceth, faşizm û Mussolî dijîn û wiha got:  Nihakomar wekî projeya nîvco mayî ye. Konjonkturên derve jî bandorê li ser vê yekê dike.    MODELA ABORÎ DIYARKER E    Altintaş, anî ziman ku ger nifşekî azad tê xwestin wê deme divê girîngiyê bidin pêşxistina aboriyê û wiha got: "Aboriya Osmanî li ser talan û wêrankirinê hatiye avakirin. Ne li ser hilberînê, li ser ganimetê hatiye avakirin. Ne desteserkirina malên misilman e. Osmanî hemû welatê dagir dikirin bi xwe ve girê didan. Li ser aboriya ganimetê hatibû avakirin. Di sala 1881’an de Duyun-î Umumiye dest danî aboriya Tirkiye. Piştî şerê yekem ê cîhanê Tirkiye bi xwe dest bi hilberîna aboriyê kir.    JI BO ABORIYA HILBERÎNÊ AŞTÎ, JI BO GANÎMETÊ JÎ ŞER DIXWAZE   Altintaş, ani ziman ku dirûşma 'Li cîhanê aştî, li welat aştî' li ser vê armancê h atiye berz kirin û wiha got: "Ji bo aboriya hilberînê aştî divê, ji bo ganimetê ji şer dixwaze. Ji bo nava welat ji heman tişt derbas dibe. Lê Tirkiye ku ket xeta DYA dîsa ket bin deynan. Piştî ÎMF muaxaleyî Tirkiye kir, Tirkiye piştî salên 1980’an dîsa ket bin aboriya ganimetê, Ozal piştî şerê yekem ê Korfezê got "Ez yekê bidim 3 heb bistînim" Bi vê yekê xwest têkeve şerê duyemîn ê Korfezê.    Altintaş, herî dawi bal şikand ser têkiliya Tirkiye ya bi gelê kurd re û wiha got: "Ger ku em aboriya xwe li ser aboriya deynan û ganimetê ava bikin, wê demê hûn ji kîjan welatî deyn bikin hûn dê bibin koleyê wê dewletê. Li Tirkiye ji salên 1980’an heta niha denydarê derve ye û ganimet heye. Polîtîkayên li ser Kerkuk û Mûsilê dimeşîne jî ev yek e.    MA / Kenan Kirkaya