Di çalakiya Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn 2018-11-29 14:36:52   STENBOL – Parêzeran di hefteya 81’emîn a Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî bibîr anî û li aqûbeta wî pirsîn.    Parêzer bi boneya hempîşeyên wan ên girtî bên berdan di hefteya 81’emîn a Nobeda Edaletê de li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê dewam kirin. Parêzeran ewil li ber Peykerê Themîs nobet girtin û pişt re jî li ber Deriyê C a Edliyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Parêzeran pankarta “Ji bo her kesî edalet” û wêneyên parêzerên girtî hildan.    Di nobeda vê hefteyê de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê 3 sal berê li navçeya Sûrê ya Amedê hat kuştin bibîr anîn û li aqûbeta wî hat pirsîn.    Endamê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Veysî Eskî daxuyanî da û got: “Kekê me û hosteyê me 3 sal berê rojek wek îro hat qetilkirin. Tahîr Elçî ji ber ku li dijî şer derdiket û xwedî li mîraseya mirovahiyê derket hat kuştin. Di heman demê de mîraseya mirovahiyê Minareya Çar Ling hat qetilkirin. Bi kuştina kekê Tahîr e xwestin pîşeya parêzeriyê ji holê rakin. Lê em ê wek hempîşeyên Tahîr Elçî û kesên mîrasgerên wî em ê vê pratîka pîşeyê dewam bikin. Em li vir ji kekê Tahîr re dibêjin ji bo ku qatilên te bên dîtin dê têkoşîn û xebata me dewam bike.”