Delîl nedîtin xirqeyê dayikê kirin delîl 2017-10-29 11:01:54   AMED - Dozgerê Komarê îdîanameya der barê Kemal Polat ê bi îdîaya Cîgire Serokê AKP'ê yê Navçeya Lîcê  Orhan Mercan kuştiye, hat binçavkirin û girtin temam kir. Her çend YPS JIN daxuyanî da û kuştin da ser xwe jî, dozger bi îdîaya di hirkaya dayika Kemal Polat Gazal Polat de  DNA Kemal hatiye ditin 2 caran cezayê muebetê xwest.    Li navçeya Lîcê ya Amedê di 30'ê Hezîrana 2017'an de  Cîgirê Serokê AKP'ê yê Lîcê Orhan Mercan (34) li ber mala xwe hatibû kuştin. Piştî bûyerê rojek şûnde 2 kes hatibûn binçavkirin. Ji 2 kesên hatin binçavkirin ciwanê 26 salî Kemal Polat hat girtin. Her çend YPS JIN piştî bûyerê daxuyanî da û kuştin girt ser xwe jî li ser îfadeya şahidê nepen Kemal Polat hat binçavkirin û girtin. Serdozgerê Komarê yê Amedê, piştî lêpirsînê îdîanameya der barê Kemal Polat de amade kir. Dozger, diyar kir ku li kolana 6'emîn a taxa Mulla kamera û dîmen nehatiye ditin û şahidê bûyerê tune ye. Dozger diyar kir ku li şûna bûyerê 4 kovikên guleyan hatine dîtin û li bedena Orhan Mercan 12 şopa guleyan hatiye dîtin. Piştî bûyerê 33 kes hatin binçavkirin.    Dozger cih da qeydên bêtêlên HPG’ê yên li herêmê û parast ku di qeydên bêtêlan de der barê kuştina Orhan Mercan de Tîma Tolhildanê ya Şehît Berfîn a girêdayî YPS JIN  daye ser milê xwe. Piştî ku YPS JIN di 3'ê Tîrmehê de daxuyanî da û kuştin girtin ser xwe, Di 4'ê Tîrmehê de jî şahidê nepen li Serdozgeriya Komarê ya Amedê îfade da. Şahid di îfadeyê de diyar kir ku kesê destê Mercan kuştiye dişibe Kemla Polat.    HIRKAYÊ DAYIKÊ KIRIN DELÎL    Piştî îfadeya şahidê nepen polîsan cara duyemîn bi ser mala Polat de girtin. Vê carê bi îdîaya li ser hirka dayika Kemal Polat Gazal Polat şopa DNA ya Kemal heye û şopa barût û bermahiyên çekan heye, Kemal girtin. Heyeta 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dozger der barê Kemal Polat, de bi îdîaya "Hewl daye yekitiya dewletê perçe bike", “Bi zanebûn kutiye" û “Çeka bê rûhsat li ser xwe gerandiye" 2 caran cezayê muebetê û ji 5 salan heta 8 salan cezayê girtîgehê xwest."    Kemal Polat jî di îfadeya xwe de diyar kiribû ku bi tu awayî eleweya wî û kuştinê bi hev tune û hirkayê dayika xwe li xwe nekiriye.   Parêzerê Polat Ferhat Kilinç, anî ziman ku piştî Orhan Mercan hat kuştin rayedaran li ber Edliyeya Lîcê daxuyanî dan û têkildarî 2 kesên hatin binçavkirin gotin "Kesên faîl hatin binçavkirin." Lê dema daxuyanî dan muwekilê min hêj nehatibû binçavkirin. Muwekilê min 2 roj piştî bûyerê hat binçavkirin. Îfadeyê şahidê nepen hev nagire û koka wê tune. Li aliyê din cihê ku bûyer lê pêk hatiye tarîye û kes ruyê resî nas nake. Çawa dibe ku di tariyê re wî kesî nas bike. Hêj lêpirsîn bi dawî nebûye çapemeniya alîgir bi ser navê “Vaye qatîl" û bê daraz sucdar kirin. Li aliyê din kutina Mercan YPS JIN girt ser xwe. Lê muwekilê min mêr e."    Bavê Kemal Polat Vehap Polat jî anî ziman ku şeva bûyer pêk hat kurê wî li malê bû û wiha got: "Polîsan piştî bûyerê 2 roj şûnde bi ser mala me de girt. 2 kurê min, 2 keçên min û hevsera min binçav kirin. Polîsan bi caran mala min serobin kir û li her derê geriyan. Lê tiştek nedîtin. Pişt re rayedaran daxuyanî dan û gotin "Me 2 kujerên cînayet girtin" Ger ku 2 kes girtibin wê demê ka herdu kes. Ew kîne.    Piştî kurê min hat hat girtin dîsa ji semta Seyrantepe anîn edliyeya Amedê. Di şertên asayî de divê kurê min di deriyê piştre ji edliyê derxistibûna. Lê bi zorê yelekê çelîk lê kirin û di deriyê pêş re derxistin û li ber kamerayan kirin reklam. "    Dayik Gazal Polat jî anî ziman ku ew dayika wî ye û ger DNA wî di hirkayê wê de derkeve jî normal e û wiha got: "Ez bûm şahid ku polîsên li malê lêgerîn kirin di nava xwe de gotin "Em geriyan me tiştek nedît. Piştre cilên me ji malê birin. Ger ku DNA kurê min di hirkaya min de derkeve jî ev pir asayî ye. Ji ber ku ez dayika wî me."