‘Ne Astana, Eyn Îsa çareseriye’ 2018-11-29 12:28:14 GIRÊ SPÎ - Delegasyonê Danûstandinên Sûrî-Sûrî Xeyas Neyisî Teyar, diyar kir ku tu hevdîtinên li Astana, Soçî, Stenbol û Tahranê ne çareserî ne. Teyar, da zanîn ku ew bi awayekê azad çareseriyê nîqaş dikin û got: “Em hemû civînên ji derveyî Sûriyeyê pêk tên, muxatab nagirin.”   Hêzên navneteweyî û welatên herêmê, têkildarî rojava Sûriyeyê, li Astana, Stenboli Tahran û Soçiyê gelek civînên çareseriyê li dar xistin, lê divan civînan de çaresî derneket holê.  Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li axa Sûriyeyê û bi gelên Sûriyeyê re ji bo “Çareseriyê” di demên dawî de gelek komxebat li dar xistin. Yekemîn komxebata “Çareseriyê” di meha Tirmehê de hatibû li darxistin. Duh jî li navçeya Eyn Îsa a Kantona Girê Spî bi dirûşmeya “Ji bo ji nûde avakirin û pêşxistina Sûriyeyê" Danûstandinên Sûrî-Sûrî hat lidarxistin îro bi dawî bû. Di komxebata duh destpê kir de, mijarin “Rewşa mirovî”, “Aborî” “Avakirin pergalê”, “Di çareseriyê rol û rista têkoşîna jinan”, “Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê” û “Hevparbûna mûxalefetên Sûriyeyê dê çawan pêş bikeve” hatin niqaşkirin. Ji her herêmeke Sûriyeyê 100 delege beşdarî komxebatê bûn û rewşa Efrînê mora xwe li komxebatê xist.    'GEL DÊ ÇARESER BIKIN’   Yek ji delegayonên Danûstandinên Sûrî-Sûrî yên ji Ewropayê beşdar bûyîn Xeyas Neyisî Teyar, diyar kir ku ji bo çareserkirina krîzê, divê danûstandinên wiha pir zêde bên lidarxistin. Teyar, da zanîn ku divê kes li hemberî rewşa heyî bêdeng nemînin û wiha axivî: “Ji bo xizmeta gelên Sûriyeyê divê binesaziyek bi îstîkrar bê vakirin. Modela çareseriyê ya derbikeve holê, divê ji bo xizmeta gel be. Ji bo Sûriyek demokratîk, tecrubeyên Herêma Bakur û Rojavayê Sûriyeyê girînge û xwedî rolek mezine. Em dikarin ji vê feyde bigirin. Li kêleka vê yekê hin bajar dibin dagirkeriya Tirkiyeyê dene. Dixwazin vê dagirkeriyê mezintir bikin. Hin hêzên herêmî û navneteweyî, dixwazin nexşeya Sûriyeyê li gorî xwe xêz bikin. Di vê mijarê de hêzên herî aktîf tevdigerin Rûsya, Îran, Tirkiye û DYA ne. Emê têkilî vê nebin. Gel bi xwe dê li çareseriya xwe bigere û bibîne.”    ‘ADRES NE ASTANA, VÊ DERÊ YE’   Teyar, da zanîn ku civîna berî du mehan li vê derê hat derxistin jî girîng bû û wiha got: “Hevdîtinên wiha ji bo rêyên çareseriya siyasî dibin pêngavek mezin. Hemû pêkhatiyên Sûriyeyê divê civînê de cihê xwe digirin. Hemû kes li ser axa Sûriyeyê û li dora heman maseyê, çareseriya Sûriyeyê nîqaş dikin.”    Teyar di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Divê sûriyeyî xwedî çareseriya Sûriyeyê derbikevin. Bila tu kes li ser navê wan di civîn û platformên cuda de biryar negirin. Hevdîtinên li ser axa Sûriyeyê pêk bên, ji bo çareseriyê xwedî girîngiyek mezinin. Tu hevdîtinên li Astana, Soçî, Stenbol û Tahranê ne çareserî ne. Di wan civînan de tu çareserî dernakeve holê. Li wan deran hêzên dagirker biryarê didin. Îro civîna li Eyn Îsa hat lidarxistin pir cudaye û wateyekê wê heye. Ew dixwazin mudaxileyê Sûriyeyê biikin, lê em dixwazin bi gelê xwe re, bi awayekê azad nîqaş bikin. Em hewl didin pêşeroja xwe diyar bikin. Ji ber vê yekê em tu civîn û hevdîtinên derveyî welat mûxatab nagirin.”   MA / Nazim Daştan