HDP: Bila berpirsiyarê cinayeta Vîyadukê îstifa bikin 2018-11-29 12:17:12   ENQERE – HDP'ê têkildarî cînayeta Vîyadukê ya Kocaeliyê ku 3 karkeran jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û xwest berpirsiyar istîfa bikin.    Duh li Navçeya Gebze ya Kocaeliyê di hilweşina înşaeta Vîdatuka Rêya Bejayî ya Marmara Bakur de 3 karkeran jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê hikûmetê der barê weşanê de biryara qedexeyê anî. Têkildardî mijarê Cîgira Hevserokên HDP'ê û Berpirsiyara Polîtikayên Ked, Aborî û Civakî Gunay Kubilay daxuyaniyek nivîskî weşand. Cîgira Hevseroên HDP'ê Kubilay, di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatan re xwest û wiha got: “Şîrketa Limak-Cengiz karê înşaetê dike. Em vê markayê baş dizani. Li Tirkiye di serîde Balafirgeha 3'emîn û hemû ‘Projeyen- Ranta-Mezin' bi hevkariya heman şîrketê tên avakirin. Lê hemû rastî tê veşartin. Ji ber ku dadgehê biryara qedexeya weşanê danî ser û naxwazin rastî ronî bibe. Dadgeha ku bixwaze ev cînayet bi lez ronî bibe çima qedexeya weşanê datîne ser. Xuya dike ku weki gelek cînayetên kar dixwazin delîlê vê yekê jî winda bikin. Daxwazin kujer û berpirsiyar bên darizandin û derkevin pêşberî dadgehê.    'DI 10 MEHÊN DAWÎ DE -1640 KARKER MIRIN'   Kubilay, destnîşan kir ku di 10 mehên sala 2018'an ên serdema AKP'ê de Hezar û 640 karekr di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "AKP tabloya şermê ye. Lê ji vê tabloya şermê serbilind xuya dike. Em dixwazin erpirsiyar bi lez istîfa bikin. Divê şert û mercên karkeran bên başkirin û dawî li mirinan bînin. "