Parêzerên Ocalan cara 768’emîn serî li dozgeriyê dan 2018-11-29 12:16:49   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 768’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê ragirtin. Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve bi sedema hêcetên cuda nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Her ku parêzer ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê didin jî bi hêcetên cuda tê redkirin. Ji parêzerên Ocalan Serbay Koklu, Newroz Uysal û Mêhdî Oztuzun bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 768’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.