'Barzanî dixwaze peywirê bi awayekê fîîlî dewam bike' 2017-10-29 11:01:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn ku dê di rûniştina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya îro de Serokatiya Herêmê ji holê bê rakirin. Serokê Koma PDK'ê Unêd Xoşnav got ku dê Barzanî îstifa neke, parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd jî aşkera kir ku Barzanîn dixwaze bi fîîlî peywira xwe dewam bike. Medyaya PDK'ê jî aşkera kir ku dê Barzanî bibe "merca neteweyî".   Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Iraqê, dê îro bi rûniştinekê pergala Serokatiya Herêma Kurdistanê ji holê rake û rayeyên xwe bide parlamento, hikumet û Wezareta Edaletê.   Piştî refernadumê di pêşengiya Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî de sedî 40'ê axa Herêma Federal a Kurdistanê hat desteserkirin. krîza heyî hêj dewam dike, îstifaya Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî di rojevê de ye.   Serokê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê cafer Emînkî, da zanîn ku dê Barzanî ji bo rûniştina li parlamentoyê nameyekê bişîne. Ji hêla din ve rayedarekê PDK'ê ji Reutersê re axivî û aşkera kir ku dê Barzanî di 1'ê Mijdarê de îstiga bike. Lê hem daxuyaniyên PDK'ê û YKN'ê yên der barê îstifaya Barzanî de bûn sedema fikaran.   XOŞNAV: NAME NE DER BARÊ ÎSTIFAYÊ DE YE   Serokê Koma Parlamentoyê ya Herêma Federal ê PDK'ê Unêd Xoşnav, duh êvarê di berameyeke televîzyonê de got kku "Nameya Barzanî ne der barê berdana peywirê de ye."   Xoşnav aşkera kir ku nameya Barzanî bi tu awayî ne îsgifa ye û wiha axivî: "Birêz Serok dixwaze dema Serokatiya Herêma Kurdistanê bê dirêjkirin. Dixwaze di nav van her du demsalan de ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêmê û Parlamentoyê amadekarî bên kirin."   MEHMÛD: DÊ TU GUHERTIN ÇÊNEBE   Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd li ser hesabê xwe yê Facebookê der barê rûniştina li Parlamentoya Herêma Kurdistanê de nivîsek belav kir.   Mehmûd diyar kir ku pêwîst nake ku li bendê bin li parlamentoyê guhertinek wisa bê kirin û rewşa gel ber bi başiyê ve bibe û wiha got: "Yan jî guhertinek di rêveberiya Herêma Kurdistanê de bê kirin. Tişta diyar dike ew e ku kak Mesûd destwerdana parlamentoyê dike ji bo madeya 10'emîn a qanûna serokatiya herêmê bê rakirin, ji bo parlamento bikaribe qanûn û biryar bide. Ji ber ku li gorî madeya 10'emîn qanûna serokatiya herêmê ya hejmar 1’ê ya sala 2009’ê ku her biryarek li parlamentoyê derbikeve, pêwîstî bi biryara serokatiya herêmê heye."    'DÊ BARZANÎ BIBE MERCA NETEWEYÎ'   Di vê navberê de medyaya PDK'ê aşkera kir ku dê Barzanî bibe "meca neteweyî" û vê yekê jî otorîteya Ayetullah Hamaney ya li Îranê û otorîteya Seyîd Alî Sîstanî ya li Iraqê anî bîra raya giştî.    ÎDIAYA 'DI PRENSÎBÊ DE HEVKIRIN HEYE'   Serokê Koma Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û Partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Ebubekir Helendî, duh di nirxandina xwe ya RojNewsê de ev tişt gotibû: "Serokê me yê giştî ji bo pêşiya şerekê di navbera PDK û YNK'ê bigire, hev du anînê dike. Di van hevdîtinan de dixwazin Pergala Serokatiya Herêma Kurdistanê ji holê bê rakirin û rayeyên wî bên belavkirin û di prensîbê de li hev kirine."   4 SAL DIRÊJKIRINA DEMÊ   Barzanî di 12'ê Gulana 2005'an de ji hêla parlamentoyê ve, di 25'ê Tîrmeha 2009'an de ji hêla gel ve wekî Serokê Herêmê hat hilbijartin. Di Tebaxa 2013'an de dema serokatiya Barzanî qediya, bi biryara parlamentoyê du salên din jî hat dirêjkirin. Lê Barzanî dema serokatiya wî di Tebaxa 2015'an de qediya û 2 salên din jî dest ji qoltixê xwe berneda.