Dadgehê 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birî 2018-11-29 12:02:37   STENBOL - 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegerên tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gunedmê ku bi KHK'ê hat girtin bûbûn birî.    Rojnamegeran bi armanca piştgiriyê bidin Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin û beşdarî Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî bûn, Rojnamegerên di 16'ê Çileya 2018’an de tev li nobetê bûn û ji wan Ayşe Duzkan, Huseyin Aykol, Mehmet Alî Çelebî, Huseyin Bektaş û Ragıp Duran dihatin darizandin, hatin cezakirin. 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegerên tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî bûn birî. Dadgehê li Rojnameger Huseyin Aykol bi îdîaya "Propaganda Rêxistinê" 3 sal û 9 meh, li Rojnameger Huseyin Bektaş, Mehmet Ali Çelebî, Ayşe Duzkan û Ragıp Duran jî ji bo her yekê-î salek û 6 meh ceza birî.  Parêzeran ji bo parastinê dem xwest. Lê heyetê daxwaza parêzeran red kir û bêyî ku hin rojnameger parastinê bikin ceza da.    Piştî dadgehê biryar da, parêzeran serî li 3'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Stenbolê dabûn û îtîraz kiribûn. Heyeta dadgehê ku biryar nirxandin, cezayê dadgeha herêmî erê kir.