Polîsan Hevserokê MED-DER’ê revand û sîxûrî lê ferz kirin 2018-11-29 12:02:01   AMED – Polîsên sivîl Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen revandin û ew birin eraziyek û sîxûrî lê ferz kirin. Esen serî li ÎHD’ê da û ji bo kesên ew revandin muamela qanûnî bê destpêkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    Li Amedê bûyerek din a revandin û lêferzkirina sîxûriyê ya ji aliyê polîsan li bûyerên revandin û sîxûriyê hat zêdekirin. Hevserokê Komeleya Lêkolînê Ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Mehmet Esen (28) di 23’ê mijdarê de saet li derdora 15.00’an kesên xwe wek polîs dan nasîn hat revandin. Esen diyar kir ku ew ji avahiya komeleyê xwest biçe marketê, maşîneyek polîsan li ber sekinî û polîsên di hundirê wesayîtê de şûna wî bibin emniyetê birin eraziyek vala û sîxûrî lêferzkirin.    ‘EM Ê BIAXIVIN Û TE BERDIN’    Esen anî ziman ku polîsên wî sekinandin jê re gotine “lêgerîna te heye em ê te bibin emniyetê” û qewimandina piştî binçavkirinê wiha got: “Ji ber ku min wan nas nedikir, min nasnameya wan xwest. Kesek ji wan nasnameya xwe ya polîsiyê nîşan da. Piştî nasname nîşan da min xwest agahî bidim hevalên xwe. Nehiştin ez li kesî bigerim. Pişt re min li wesayîta reng gewr a sivîl ku plakaya wê 21 FZ 745 bû siwar kirin. Piştî bi rê ketin berê wesayîtê dan aliyê Semta Dîclekentê. Min ji wan pirsî ku hûn min bi ku ve dibin. We negot em ê biçin emniyetê. Piştî min wisa pirs kir, wan jî bersiva ‘em ê hinek bi te re biaxivin û te berdin’ dan min.”    ‘TU YÊ DI GIRTÎGEHÊ DE BIRIZÎ’    Esen destnîşan kir ku wesayîtê li eraziyek vala nêzî Girtîgeha Tîpa D a Amedê sekinandin û wiha got: “Xebata ez dikim ji min pirsîn. Min bi ‘xebatên terorê’ didarizandin û lêpirsîn dikirin. Xebatên min ên di nava rêxistinên civakî yên sivîl de pirsîn. Dixwestin di van mijaran de agahî ji min bigirin. Min bertek nîşanî wan da ku ez xebatek dij qanûnî ango îlegal nakim. Dema min bertek nîşanî wan da, ji min re gotin ‘Tu terorîstî tu yê bikevî girtîgehê, tu yê di girtîgehê de birizî. Dewlet 18 salî ye.’ Min bi girtinê tehdît kirin. Telefona xwe dan min û xwestin ez bibim hevalê wan. Xwestin ez bi wan re rûnêm û çay vexwim û agahiyan ji bo wan kom bikim. Dema min van jî qebûl nekir, heqaret li min kirin û gef li min xwarin. Pişt re dîsa min anîn cihê ku min jê revandin.”    GILIYÊ SÛC KIR    Esen serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê da û ji wan piştevaniya hiqûqî xwest. Her wiha Esen ji bo di der barê her du kesên wî revandin de muamela qanûnî bê destpêkirin jî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê sûc kir.    MA / Aydın Atay - Servet Karaduman