Doz li pankarta 'Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimirin' hat vekirin 2018-11-29 09:11:21 ÎZMÎR - Ji ber di Kongreya Asayî ya 2'yemîn a HDP'a Çîgliyê de pankarta "Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimin" nivîsandî hat daliqandin, serdozger der barê rêveberên partiyê Hacay Yilmaz û Yalçin Karaaslan de bi îdiaya "heqareta li serokomar" doz vekir.  Di 21'ê Gulana 2017'an di Kongreya Asayî ya 2'yemîn a HDP'a Çîglî ya Îzmîrê de bi hinceta pankarta "Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimin" nivîsandî hat daliqandin, Serdozgeriya Komarê ya Karşiyakayê der barê rêvebera partiyê Hacay Yilmaz û hevserokê partiyê Yalçin Karaaslan de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê îdia kir ku bi gotina "kujer dirêj e" Serokomar Recep Tayyip Erdogan hatiye qesdkirin û bi îdiaya "Heqareta li serokomar" doz vekir.    Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Karşiyakayê îdianame qebûl kir û wê danişîna ewil di 4'ê Sibata 2019'an de pêk bê.