Girtiyê nexweş 4 sal in li benda îdianameyê ye 2018-11-29 09:10:27 AGIRÎ – Li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê, girtiyê nexweş Mecît Solmaz 4 sal in li benda amadekirina îdianameyê ye. Zahîde Solmaz, hevjîna Mecît Solmaz, bertek nîşanî rayedaran da û got: "Êdî xew bi çavê min nakeve. Gelo rewşa wî çawa ye? Gelo wê hevjînê min bi mirî an bi saxî bidin min? Êdî bi evan şik û gumanan dijîm."  Li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê, girtiyê nexweş Mecît Solmaz 4 sal in li benda amadekirina îdinameyê ye. Ji ber der barê dosyeya Solmaz de biryara nepeniyê heye, îdianameya wî nehatiye amadekirin. Hevjîna Mecît Solmaz Zahîde Solmaz, anî ziman ku di dest wan de rapora wî ya nexweşxaneyê heye lê dîsa jî hevjînê wê nayê berdan.    ‘NAYÊ MUAYENEKIRIN'    Solmaz got: "Hevjînê min nexweş e û 60 salî ye. Nexweşîna astima kronîk û bornşîtê lê peyda bûye. Raporên wî hene. Ji bo bê berdan min serî li hind everan da. Lê dîsa jî nehat berdan.  Bêhna wî dernayê. Li malê mankîneya wş ya bi tûp heye, mexwest em bidin wî lê qebûl nekirin. Ji ber li Girtîgeha Panosê bijîşk tune ye nayê muayenekirin."    Solmaz, destnîşan kir ku şert û mercên li Girtîgeha Panosê ji bo girtiyan ne guncan e û got: "Xwarina wan ne baş e. Ava wan ne paqij e, hema bêje ava ji bo vexwarinê jî tune ye. Hefteya borî em çûn cem midûrê girtîgehê. Midûr ji me re got 'Dewlet çi bide me, em jî wî didin wan.' Em neçar man û êdî devereke em serî lê bidin nemaye. Ma em ê derdê xwe ji kê re bêjin?"    Solmaz got: "Li Girtîgeha Panosê tecrîd heye. Em malbat dixwazin bi awayekî mirovane nêzî girtiyan bibin. Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Divê mafên wan neyên binpêkirin. Êdî bi şev xew bi çavê min nakeve. Gelo rewşa wî çawa ye? Gelo wê hevjînê min bi mirî an bi saxî bidin min? Êdî bi evan şik û gumanan dijîm. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Bila dawî li tecrîdkirinê bê."