‘Bi armanca gel mohtacî xwe bikin zozan û mêrgan qedexe dikin' 2018-11-29 09:09:43 COLEMÊRG - Li Colemêrgê êdî qedexekirina zozan û mêrgan veguheriye rewşeke rûtîn. Siyasetmedar û welatiyên li bajêr diyar dikin ku armanca van qedexeyan ew e mirov koç bikin û mohtacî xwe bikin.  Li Colemêrgê gelek zozan û mêrg bi hinceta "ewlehiyê" hatine qedexekirin. Ev qedexe bi salan e tên îlankirin. Piştî "pêvajoya çareseriyê" ev qedexe bi dawî bibûn, lê belê piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû dîsa hatin sepandin. Ji ber vê êdî şêniyên bajêr nikarin sewalvanî û çandiniyê bikin.    DEDE: DEWAMA POLÎTÎKAYÊN KOÇBERIYÊ NE    Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, destnîşan kir ku qedexekirina zozan û mêrgan berdewama polîtîkayên koçberkirinê ne. Dede, anî ziman ku ji ber ji sedî 80-90'ê gundên Çelê hatine valakirin welatî nikarin biçin gundên xwe û li Şemzînan û Geverê jî heman rewş heye. Dede got: "Serokmar hat, di kongreyê de got wê dawî li qedexekirina zozanan bê. Lê belê wexta çû Enqereyê ev yek ji bîr kir. Qedexekirina zozan û mêrgan girêdayî pêvajoyê ye. Heta sê sal berê jî mirov diçûn gundên xwe an jî zozanên xwe û heywanên xwe diçêrandin û debara xwe dikirin. Lê çawa ku îktîdarê şer da destpêkirin li hemû qadan mirov bi zext û zoriyan re rû bi rû man. Colemêrg bajarekî nêzî sînor e, pîşesazî lê tune ye û debara xwe bi çandiniyê dike. Lê wexta gund bên qedexekirin, zozan bên qedexekirin wê mirov çawa çandiniyê û sewalvaniyê bikin? Wexta wisa be îjar ê welatî çi bikin? Wê mirov birçî bimînin. Jixwe armanca dewletê jî ew e mirov birçî bimînin û îtaatî wê bikin. Ma li Colemêrgê gel wisa ye? Gelê me polîtîk e. Dizane îktîdar çi dike."    ‘MA EV MISILMANÎ YE?'    Fatma Tûran, anî ziman ku Serokomar Tayyip Erdogan gotiye ew ê dawî li qedexekirina zozanan bînin, lê belê hîn jî zozanên wan qedexe ne. Tûran, diyar kir ku ji bo ew biçin tirbeya li Geliyê Tiryarê jî destûrê dixwazin. Tûran bertek nîşanî evan qedexeyan dan û got: "Ma ev edalet e? Ma ev misilmanî ye?"    ‘GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ YE'    Yavûz Adsiz jî got: "Mirovên vê herêmê li gundan û zozanan dijî. Jixwe herêma me veguherandine girtîgeheke vekirî. Li hemû çiyayan qereqol û qaleqol hatine çêkirin. Ev qas tevdîr hatine girtin û em hepsî malê bûne. Ev jî tê wateya ku ev dewlet pir lawaz e. Me çi qasî hepsî malê bike jî, lê em ê jiyana xwe û têkoşîna xwe dewam bikin."    ‘SOZ HATIN JIBÎRKIRIN'    Hevserokê HDP'a Bajêr Sînan kaya jî, anî ziman ku sozên der barê bidawîbûna qedexekirina zozanan hatibûn dayîn hatine jibîrkirin û ji ber evan qedexeyan sewalvanî hema bêje qediyaye. Kaya got: "Li nêzî 30 herêman zozan hatine qedexekirin. Ev yek di warê civakî, derûnî û aborî de tesîreke neyînî li gel dike. Bi evan pêkanînan re polîtîkayeke tepisandinê tê sepandin. Ger niha sewalvanî li ber qedandinê be, sedema vê îktîdara heyî ye. Divê îktîdar nêzîkatiya xwe ya ji bo gel biguherîne."    Hevserokê DBP'a Bajêr Îsmet Farûk jî, diyar kir ku li 30 herêmên bajêr zozan hatine qedexekirin, lê belê Zozana Berçelanê ne qedexe ye lê ji bo çûyîna vê jî destûr divê. Farûk, anî ziman ku tê derpêşkirin ev qedexe ji bo ewlehiya gel e, lê belê armanc ne ev e û got: "Ev ne ewlehî ye, ev tê wateya gel birçî bimîne û bi vî awayî gel teslîm bigirin."